Polîtîk

"Ezê ji Hewlêrê bimeşime Amedê"

Hunermendê bi nav û deng Şivan Perwer, çend roja berê li Hewlêrê, li hemberî Parlemena Kurdistana Başûr, bi armanca piştevaniya çalakgerên di greva birçîbûnê de ne, ji bo rojekê ketibû greva birçîbûnê. Stranbêj Perwer, li ser parçebûn, êş û jana welêt, hestên xwe anîne ziman. Wiha hestên xwe ji gelê xwe re parve dike:

“Di destê min de tembûra min, li ser zimanê min strana “Kîne Em”, li pey min bi hezaran mirovan re, dixwazim ji Hewlêrê bimeşime Amedê. Ev 38 sal in ku ez welat bi welat digerim û hewl didim ku êş û janên ku gelê min dikişîne bînime ziman. Bona ku xewn û xelayên gelê min yên ku ji azadî û aştîtiyê re tî bûne pêk bînim têdikoşim. Dilê min bi êş û qîrîna gelê min ê ku bi hîle û zordariyê hatiye parçekirin tije bûye. Ku çawa Başûrê welatê min bi azadîbûna xwe dilê min coş kiriye, Rojavayê welatê min, bi rabûna ser xwe û ber bi azadiyê ve revîna wan hêvî tevlî hêviyê min kiriye, trajediyên li Bakurê welatê min jî dilê min ewqas kul û brîn kiriye.

Roj bi roj, seet bi seet, kêlî bi kêlî. Ez paşeroja gelê xwe yê ku dijî ye me. Di dilê xwe de ez gulên çar parçeyên welatê xwe digihînimê. Ez dibînim ku hûn dixwazin gulên Bakurê min biqurçimînin, baxê min wîrane bikin. We wextekê hêvî da dilên me yên ji azadiyê re tî bûne. Min xwest bi we bawer bikim, piştgiriyê bidime we. Min xwest gulên ku di dilê xwe de bi hezar zehmetkêşiyê min gihandine pêşkêşî we bikim. Mixabin nebû, xuyaye ku wê nebe. 

Rûdinim, radibim, direvim û dihizirim; divê ez çi bikim? Çalakiya greva birçîbûnê ez îşev bi dawî dikim. Ez nikarim xwe rabigrim li hemberî hezar çavên ku têne serdana min, mêze bikim û çareke din li şûna xwe rûnim. Divê tiştekî din bê kirin, pirr tiştên din bên kirin. Welatê min gazî min dike. Ez dxwazim mista xwe bi axa Başûrê azad tije bikim û ber bi Amedê ve bimeşim. Û gulên ku di dilê min de berdêla hezar cefayî ne, bi axa ku min ji Helebçeyê, ji Enfalê, ji Hewlêrê, ji Qamişlo û Efrînê anîye, dixwazim ew gulên xwe li Amedê biçînim. Ez ê wê wextê bi gelê xwe re bextewar bim. 

Kerema Xwedê êdî zilmê nekin. Bes e ev qîrînên mirovan.”        

 

Back to top button