Ji CHPê şandeyeke ku ji parlementerên wek Levent Gok, Refik Eryilmaz, Mevlut Dudu, Hasan Akgul pêk tê, bona ku rojnamevanê bi navê Cuneyt Unal yê ku çendak bû li Suriyê hatibû girtin teslîm bigrin çûne Suriyê û bi Serokdewletê Suriyê Beşşar Esed re hevdîtinek lidarxistin. Di hevdîtina şandeya CHPê a ku qasî seetek û 15 deqa dewam kiriye de Esed, Tirkiye di mijara rêxistina El Qaîdeyê de hişyar kiriye û gotiye ku kontrola sînorê Tirkiyê ketiye destê Kurdan.
Li ser navê şandeyê Refik Eryilmaz, bi rojnameya Cumhuriyetê re behsa hevdîtinê kiriye. Esed gotiye ku, bi gelê Tirk re dostanî, bratî, hevaltî û çanda hevkariya me, a ji dîrotê tê heye û ti pirsgrêkên me bi wan re tinene. Esed di mijara pekandina bombe û guleyan yên Akçakale û Serêkaniyê de jî dibêje, di vê de dike çi berjewendiyên me hebin, leşkerên me li wê derê tine ne. Esed wiha gotiye: “Ku Tirkiyê sînorên xwe vekirin, me leşkerên xwe ji wir kişandin. Niha li wan derana leşkerî û cendermeyên me mixabin di destê PYDê û komên Kurd yên din de ne. Dema ku Tirkiyê sînor vekir, an em ê bi Kurdan re di nav şer û pevçûnan ketana an jî me yê artêşa xwe vekişanda. Ji bo ku em bi Kurdan re nekevine nav pevçûnan û ji xwe re eniyekî din venekin, me leşkerên xwe vekişandin. Ji xwe ti armanca Kurdan a leşkerên me kuştinê tine bû. Ne gaveke biaqil bû ku em niha li wira bi Kurdan re têbikoşin. Niha kontrola wira ne di destê me de ye, di destên Kurdan de ye.”
Esed diyar kiriye ku di pêşerojê de sînorê di navbera Tirkiyê û Suriyê de wê ji bo her du dewletan jî pirsgirêkên mezin derxîne. Wiha gotiye: “Niha em ne bi mixalifan re, bi Tirkiyê û hêzên ku ji derveyî Tirkiyê tên, Selefên radîkal û militanên rêxistina El Qaîdeyê re şer dikin. Ji Tirkiyê tên û ji Tirkiy alîkariyê digrin.”
Esed diyar kiriye ku komên ku li dijî wan şer dikin, ji aliyê Erebistana Siûdî û Qatarê ve jî têne fînansekirin.