Pêşmerge li himber her rûdanekî amade ye
Di derbarê wan rûdawên doh în 16.11.2012 li bajaroka Dûzxurmatû rû da, pêwîste em hemû agahdarî hewla têkderên wan aliyan bîn ku Iraqê berev tengeje û alozkirinê dibin. Jiyana her take kesekî Iraqî weku mirov, bi cûdahiya regez û ol ayînan ve bi nirxe. Ji bilî şermezarkirina wê rûdawê, pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbatên xwedê jê razî (Îydan Ezîz Silêman) dikim ku li vê rûdawê da jiyana xwe ji dest da.
Hewlên wiha li holê dane ku şîraza pêwendiya dostaneya Kurd û Ereb bi giştî û Kurd û Şî’e bi taybetî têk bidin. Metirsiyên mezin li pişt wan planene. Ji bo wê yekê daxwaz ji Hevpeymaniya Nîştimanî û birayên Şî’e dikim bi ciddî agahdarî van planan bin û hemû şiyanên xwe ve kar ji bo şikest anîna wan bikin.
Li heman demî de, daxwaz ji gelê Kurdistanê dikim amadehiyeke tevahî ji bo rû bi rûbûna her rûdawekî nexwestî bikin û ji bo pûçkirina wan planên ku beramber Kurd û navçeyên veqetandiyên Kurdistanê têne encamdan kar bikin.
Herêma Kurdistanê amadebaşiyeke tevahî ji bo rû bi rûbûna her egerekî nexwestî û ji bo bergirîkirina ax û hemû welatiyên me heye. Li heman demî de daxwaz ji Pêşmergeyên ezîz jî dikim ku ji bilî dan bi xwe girtina beramber bi kiryarên îstîfzaziyan, amadebaşiyeke tevahî hebê li beramber her destdirêjî û kirdarekî dijminkarane û ji bo vê mebestê jî, min daxwaz ji Wezareta Pêşmerge kiriye hemû amadekariyekî pêwîst werbigrin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
17/11/2012