PolîtîkRojev

Goran:YNK ji rewşa mûçexwarên Silêmaniyê berpirs e!

Endamê fraksiyona Gorran li Parlamentoya Kurdistanê bi şiroveyekî, hevserokê YNKê şermezar kir û got: ‘’Hûn berpirsin’’ ji rewşa malnişîn û mûçexwarên Silêmaniyê.

Di çarçoveya wê xwedana axaftin û derketina hevserokê YNKê Bafil Talebanî ya berevajî kirina rastiyan li pêş çavê xelkê de îro 29.03.2022yê piştî ev bû sêyem malnişîn ku di rêzbendiya (sira) wergirtina mûçe li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da, Bafil Talebanî rêveberê giştî yê banka navendî ya Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê Ebdulrehman Salih Reşîd vexwande Bexdayê.

Di gotûbêja li gel rêveberê giştî yê banka navendî yê Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê, Bafil Talebanî bangeşeya wê yekê kir ku xwedê girawî qebûl nakin rewşên wisa yên wek bûyera îro dubare bibin.

Li hember wan daxuyaniyên Bafil Talebanî, endamê Tevgera Gorran li Parlamentoya Kurdistanê Elî Hemesalih di şiroveyekî de ji bo Bafil Talebanî nivîsand: ‘’Kak Bafil hûn berpirsin. 488 milyon dolar dahata neftê ji mûçe re hatiye dayîn, ku ji wî 209 milyon dolar ji bo mûçexwarên Silêmaniyê bû.’’

Herwaha diyar kir, pêwîstbû bo gotûbêj kirina mûçeyê meha du 48 milyon dolar ji dahata navxwe ya Silêmaniyê ji bo malnişînan bihata dayîn û beşek ji fermandarên îdareya Silêmaniyê re hatiba dayîn. ‘’Lê dibêjin dahata meha du tine! Gelo Silêmaniyê dahat nîne!’’

Elî Hemesalih bibîranî ku sala borî di meha duyem de, dahata Silêmaniyê 110 milyon dolar bû, lê naha dibêjin 48 milyon dolar tine!

Dawiyê de jî bi awayekî mîzahî diyar kiriye: ‘’Çêken bila bi temamî xirab nebe.’’

Back to top button