CîhanRojev

Parlementoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomar dicive

Biryar e îro careke din parlementoya Iraqê, ji bo hilbijartina Serokomar û endamên komîteyên parlementoyê bicive.

Ev di demekê de ye, roja 26ê Adarê ji ber temamnebûna rêjeya yasayî ya nûneran, hilbijartina Serokomarê Iraqê hatibû paşxistin.

Ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê, ji 329 parlementeran pêwîst e du li ser sê, anku (220) parlementer di rûniştinê de amade bibin.

40 kandîd hevrikiyê li ser postê Serokomarê Iraqê dikin, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed kandîdê Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman e.

Back to top button