PolîtîkRojev

Çekdarên PYDê 3 zarok revandin

Li taxa Şêx Meqsûda Helebê, çeteyên ciwanên şoreşger 3 zarok revandin, nasname û zanyariyên yekê ji wan bi dest ARKê ketin.

Li gorî jêdereke agahdar ji ARKê re daye zanîn ku faşistên ciwanên şoreşger 3 zarok li pêş dibistana Qehreman ya li Şêx Meqsûda Helebê, ku piraniya nişteciyên wê taxa kurd in, û di bin destê PYDê de ye, revadin.

Heman jêderê eşkere kir ku nasnameya yekê ji wan hatiye diyarkirin ew jî keça bi navê Rosêl Mihemed Şêxo ye, ku bi xwe ji gundê Duraqliya yê ser bi navçeya Şera ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve ye, temenê wê bi tenê 14 sal in, jidayîkbûya 2006an e.

Heman jêderê ameje kir ku keça 14 salî, ji bo bajarê Munbicê hatiye revandin û ta niha tu agahî li ser wê û herdu zarokên din tune ne.

Ş.E

Back to top button