Giringiya xwendina şaxên zanistiyê

GIRINGIYA XWENDINA ŞAXÊN ZANISTIYÊJI BO ZARÛKÊN ZÎREK Û ÇALAK..

Zeynelabidin Zinar
Bêguman perwerdehiya zarûkan pir girîng e.
Ji ber ku zarûk pêşeroja neteweyên xwe ne, ya welat û kaînatê ne jî…
Nexwe çi şaxên xwendinê bo zarûkan girîng e, divê zarûk wan şaxan bixwînin. Ji ber hindê pir girîng e ku dê û bav, zana û rewşenbîr li ser vê babetê rawestin.
Dema meriv bala xwe dide welatên cîhana duyem û ya sêyem, her malbat dixwaze zarûkên wê bizişî û endazyarî bixwînin û hinek dê û bav jî bo zarûkên xwe dibêjin: Hema bila bibe mamosteyek da karibe debara xwe bike, bes e. Ew dîtin di vê sedsala hanê de şaş e.
Bêguman divê meriv zarûkên xwe ji bo 4 babetan amade bike:
. Piştî kutakirina xwendinê, da karibin malbata xwe xwedî bike.
. Piştî kutakirina xwendinê, da karibin sûd bigehînin neteweyê xwe.
. Piştî kutakirina xwendinê, da karibin sûd bigehînin welatê xwe.
. Piştî kutakirina xwendinê, da karibin sûd bigehênin kaînatî (universum).
Îcar zarûka zîrek eger xwendina şaxê fizîk, kîmya, bîyolojî, matematîk û xwezayî xwendibe, ew kare sûdeke pir mezin bide kaînatê.
Hingê ew ciwan ji ber xwe ve sûd digehîne hersê xalên pêşî ku hatine diyarkirin.
Lê eger ne wisan be, ew zarûk heta ku bijîn, wê destteng bin û bi qûtê nemir bijîn. Ji ber ku dîtina dinyayê lê teng dibe!
Bi hêviya ku malbatên Kurd zarûkên xwe yên zîrek û çalak ji bo şaxên zanistiya fizîk, kîmya, bîyolojî, matematîk, xwezayî û hwd perwerde bikin.
Her şad û serkeftî bibin…
17/ 04/ 2025