Bahçelî: Hîn gelek tişt hene ku em dê bi Sirri Sureyya Onder re bikin

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî li ser rewşa tenduristiyê ya endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder got, “Ez bawer dikim ku di armanca Tirkiyeya bê teror de hîn gelek tişt hene ku em dê bikin.”
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li ser hesabê xwe yê Xê li ser mijarên di rojevê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Devlet Bahçelî di beşeke ji daxuyaniya xwe de behsa rewşa tenduristiyê ya endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder kir ku 15ê vê mehê ve ji ber krîza dil hat emelîyatkirin û rewşa wî ya tendirustiyê ne baş e.
Bahçelî di peyama xwe de hêvîya başbûn û silametiyê ji Sirri Suryya Onder re xwest ku yek ji aktorên girîng ên pêvajoya aştiyê ye û anî ziman:
“Înşallah Sirri Beg dê bi alîkariya Xwedê, piştgiriya bijîşkên me û bi berxwedana xwe, van rojên zehmet derbas bike.
Ez bawer dikim ku di armanca Tirkiyeya bê teror de hîn gelek tişt hene ku em bikin.”
Devlet Bahçelî bi bîr xist ku di Destaya Şêwirmendiyê ya Parlamentoyê de biryar hatiye dayîn ku ji ber rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder navber ji bo xebatên Desteya Giştî ya Parlamentoyê bê dayîn.
Tevî vê yekê CHPyê li Parlamentoyê berdewamî bi beşek ji xebatan daye û ji ber vê yekê rexne li CHPyê girtin.
“Bêedebî ye”
Serokê MHPyê da zanîn:
“Di rojeke bi vî rengî ya hessas de jî CHPyê bi awayekî korsan û bi awayekî krîz derxist.
Cîgira Serokê Parlamentoyê ya CHPyê ku birêvebiriya civînê dikir, biryara ku ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve derbarê Can Atalay de hatibû dayîn, bi awayekî ku li dijî yasa, destûra bingehîn û rêziknameyê ye, da Endama Nivîsyar CHPyê ku bixwîne.
Ev miameleya ku li dijî terbiyeya siyasî û dadmendiyê ye, bi gotina herî sivik bêbextî, niyetxerabî, bêexlaqî û bêedebî ye.”
Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, roja sêşemê bi şev ji ber krîza dil li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê hat razandin û hat emeliyatkirin.
Demarê serekî yê aortê yê Onder ji serî heta binî qetiyabû û emeliyata wî 12 demjimêran berdewam kir.
Niha jî metirsî li ser jiyana wî heye.
Li gor zanyariyên dawî dê Sirri Sureyya Onder 5 rojên din ji aliyê bijîşkan ve were razandin û çavdêriya rewşa wî bê kirin.