Gelo Pîvanèn olî Mirovatîyè  çine ?

 

Li Roj hilata Navîn de tucarî Şer , pevçun û xwîn ranewîstîya bun. Zarokèn Hz Adem Pèxember û Mirovè  yekemin  bu. Lawî wî bi navè Qabîl  birayè xweyèbi navè Habil  dikuje. Xwin xwarî û  xwarina kedè dest pèdike. Her wisan  Şerèn   olî û bawerîyan de û  heyanè Ya Netewî de  ev rèzik berdam dibe.Tèkoşîna Hz Ibrahîm û Nemrud de em dibînin ku  li hemberî Zalîm û Serayan  serî hildide û kufurgeha  Nemrud ser û bin dike.  Pèxemberèn ku hatine  ji bona Ol û bawerîyè tèkoşîn dane . Lè em tèkosîna Hz Musa de dibînin ku  Tèkosîna wî Olî û  Miletîye . Lewre Firewn  ji nijada ( irk) Qiptîya bu, Zarokèn Ïsraîlîyan dema ku ji Dayîk dibun serè wan jè dikirin û dikuştin. Hz Musa û Birayè  wî bi navè Harun ve, jibona Pèxemberî û  Ïsraîlîyan ji Firewn rizgar bike. Her wisan  Firewn tèk dibin û Gelè ïsraîl  ji Nîlè Misrè derbasî  Xaka Azad Kudis ku j iwan re hati bu amade kirin . Di vir de Ol, Bawerî û  Azadîya  Gelè ïsraîl  û Ola Cihudî yè   bi ser dikeve.

Ev rèzik heyanè  Hz Isa   û Hz Mihemed  berdewam dibe . Lè tèkoşîna Hz Mihemed  ne wek ya hz Musaye, Lewre  Miletè Musa  ïsrail ji alîyè Firewn ve dihatin kuştin . Lè  hz Mihemed  Qureysîyèn Mirovbèn wî  zilm û zordarî dikirin . Hz mihemed  ji ber Ap û mirovèn xwe ji Mekè koçberè Medîne bal Eşîreta Ensarîya dibe.  Bı şer û cengè ve  bi alîgèrèn xwe ve bi ser dikeve . Peymana Medînè de her mirov Civak kli ser Ol û bawerîya xwe ve jiyan dikin. Piştî wefata Hz Mihemed  Xelîfe Omer , Osman  û dure jî¨ Hz  Elî, ji alîyè Evdirehamè Milcem ve  tè Şehîd kirin . Dest hilat darî dikeve destè Mawîye lawè Ebu sufyan û alîgirèn wî. Pişt re Lawè wî yè Yezîd  dibe Xelîfe  Hemu alîgirèn Hz Elî û Hz mihemed dikujin û serè lawè Imamè Elî  Hz  Husèyin jèdikin . Ol û bawerî dikeve destè  Seraya Emewîyan û  Ebasîyan. Şerî û zimana jèdikin . Ev rèzik dikeve destè Selçuqî û Osmanîyan Binavè Olî lè  ? ne Ola  Hz Mihemed û Ehlè Beyt  Ola Yezîd û Irojî Seraya Erdoxan, Sedam , Xumeynî û Daişan  berdewame.

1071 yekîde di derîyè Milazgir è de ketin Axa Kurdistanè . Gelè Kurd , Ermen Suryanî û civakè din li wè  Axi de qedîm û kevnar bun.Bi navè biratîyè ‘ïslamè’  Hemu Gelè din tunekirin  û dure vegerîyan  Kurdan . Bedirxanî û bi dehan Serok û Rènberèn Kurdan tunekirin. Bi navè Fethè ( Dagirkerî) Serayan û  Faşizmè ava kirin . Di Şerè Rusan de  bi fermandarîya Enwer de 100 hezar leşker  di Sarîqamîşè de qirkirin  . Her wisan Osmanî  peymana Modrosè de hate feskirin û belav bu.Vè carè jî Mistefa  bi navè Ola Yezîdè Mawîye  carek din ji Kurdan re «  Em birayè hevin û Misulmanin . Lè ? Dersîm , Gelîyè zîlan,Koçgirî .û Şèx Sîd .

Ïro jî Tayîb  Destpèka wîya ewil Bi Kurdan re «  em birayèn hevin ? lè Biratîya wî Fetulah ji bona kurdan . 5 Hezar Dayîkèn me Kurdan Bi navè Ol û Bawerîyèji alîyè Daîş ve  Di sukan de dane  ber mazatè .Hemu Şaradarîyèn kurdan girtin .Rèberè Gelè kurd bi salane tecrît agahî jè nayè. Selahedin Demirtaş û Parlamentè kurd avîtin Zîndanè. Tirbèn Zarokèn me ji mezelan deranîn . We  Av Tahîr Elçî  li ber Mizgevta  Amedè Sehîd kir. Gelo hun  bi sextekari jibona Mizgevta Qutsè digrin ?. Ger ku Quts li Amedè buya ? weyè  Mizgevta  wî Wek Surè û Cizirè hilneweşandi ba ?

Bi hezaran kes zindan kirin û Cil û bergèn koleyan dixwazin li Sîyaset medarèn kurd bikin û sènca wan bişkinin. Zimanè ku Xwuda daye me û di Ayetan de «  dibèje me Reng diruf û Ziman daye we , Me we milet milet Afiran dîye . Lè Tayîb dibèje Yek Milet û Ziman  Ku em tovî ser hev bikin ; Ji firewn heya nè ïroyî  tişta li ser Kole û Mezluman hatibu ferz kirin  Tayîb û alîgirèn xwe  li Me Kurdan û Tèkoserean kirin û dikin . Serkevtinek Rèxistina kurdan li ku derè hebe  èris û  midaxile dike. Ne bi tenè Şoreşa kurd û Sîyasetmedarèn Bakur û Roj Ava , Di Kerkuk û Referanduma Basur de  ku Digot Birèz Berzanî û Kdp birayè me ne ? Lè çi anî serè Başur me hemu yan bi çavèn xwevedît .Birano  Ol û Bawerî, Hizb û Partîyèn me  Kurdan çi dibe ,bila be.  Neyarèn me li hev hatin û bune yek,  gelo ? em çima li hemberè Taxut û Zalîman nayèn balhev .

Bi gotinek Hz Elî Bi dawî bikim.

“ Kesèn an cjî civakèn Serènxwe, li ber Zalîman bitewînin , ew bi tevî Mafè xwe , Seref û Rumeta xwejî windadikin “

Feyzî Mîrhesen

Nerîna min :