Cîhan

Merkel naxwaze kurd ji Iraqê veqetin û bibin dewletek serbixwe

 

Angela Merkel serokwezîra Almanya di daxûyaniyek ya xwe de behsa Iraqê û herêma Kurdistanê dike û dibêje ku, ew ne aligirê pêkanina dewletek Kurdî li Iraqê ne.

Merkel li bajarê Goslar daxûyaniyek da û behsa Iraqê û Kurdistanê kir. Merkel dibêje ku dive li herêma Kurdistanê hemû mafên wan bêne çespandin, dive sinorê azadiya Kurda gelekî berfireh be. Lê ew naxwazin kurd ji Iraqê veqetin û bibin xwedî dewletek serbixwe. Merkel dibêje ku ji bo ewlehiya herêmê, dijin ku Kurd ji Iraqê veqetin û dewletek serbixwe ragihînin.

Mekel dibêje bila Kurd xwedî desthilata xwe bin, lê nebin dewlet.

Tê zanîn ku dema ablokaya li ser Kurdistanê piştî Fransayê Almanya ji bo şikênandina ablokayê serokwezîrê wî demî Nêçîrvan Barzanî vexwand Almanya û hevdîtinek bi berhem pêkanîn.

Belkî jî problama mezin ya siyasetmedarên Ewropî ewe ku, naxwazin statuqoya li Rojhilata Navîn heyî bête guhertin. Dema vê yekê difikirin berjewndiyên welatên xwe di vê statuqoyê de dibînin.

Mixabin ew welat bûn ku Kurdistan kirin 4 beş û dinava welatên cîran de behr kirin. Bê guman îro zû bi zê pişgiriya Kurdistanek serbixwe nakin.

 

 

 

Back to top button