Kultur

Serpêhatiya Şêr, Gur û Rovî

 

Demsala   zivistanè,

Sewalèn daristanè ;

Hemu li hev civîyan,

Hinek j iwan girîyan.

 

Bi hewar û bang kirin,

Ax bi serè xwe de kirin.

 

Tiştè hatî serè  me,

Pir nexweşe mîrè me.

 

Yè bihîstin ev xeber,

Bi rawestan çune ser.

 

Piçuk mezin hur û gir,

Teyr û tilur hirç û gur.

 

Ger çi hebun ew ajal,

Hemu rabun çun ji mal.

 

Xwedane ber serè şèr,

Mal tijî bun jor û jèr.

 

Rewşa mîrè xwe pirsîn,

Li ber çok dan merisîn.

Hin runiştin hîn  rabun,

Tev li ser hev belav bun.

 

Gotin wiha çè na  be,

Tu èş bè derman nabe.

 

Dibè  rabin  herin,

Derman bînin vegerin.

 

Gava derketin ji mal,

Nalîya  şèrè  bè hal.

 

Ku dengè şèr hete gur,

Hèdî rabu  çu li  wir.

 

Li ber serè şèr runişt,

Jè re gote gelek tişt.

 

Gur got ev çend rojè min,

Xew nakeve  çavè min.

 

Ne xwarin û vexwarin,

Tev ji bo te li karin.

 

Çi sewalèn ku hene,

Li ber fermana tene.

 

Ajalèn  daristan,

Tev hatin ser lèdanè.

 

Lè ewè ziman zède,

Tucarî nehat vè de.

 

Tu dizani ew kîye ,

Yè dibèjim rovîye.

 

Ewè xayîn û fenek,

Ketîye kèfa belek.

 

Gava èşa te b ihîst,

Wè ji kèfare dilîst.

 

Ku em li wir digirîn ,

Bi ken li me zivirî.

 

Xwe li dij me qurekir,

Hinekè xwe bi me kir.

 

Tu çi  dibè mîrè min,

Dest û pè û serè min.

 

Ez dizanim çibkim jè,

Deka ku ew roja bè.

 

Raste hate bîramin,

Rovî nehat dora min.

 

Sewal hatini her der,

Belè nehat ew qeşmer.

 

Gelo  vèga  li kuye,

Demek ne xwîyanîye.

 

Serè min ket ji alî,

Ez ketime vî halî.

 

Ïro maye bi serè xwe,

Qet nade vir berè xwe.

 

Dè bè roja min û wî,

Ezè bînim bîra  wî.

 

Got qet xwe aciz neke,

Em pirin ew rovyeke.

 

Balgî da ber pala şèr,

Gelek hurmet kire jèr.

 

Runisti bun pir sewal,

Hinek ji wan çune mal.

 

Rovî hate dora wan,

Halè şèr pirsî ji wan.

 

Got çi heye  çi  tune,

Ev çendek hun li kune.

 

Hinek bîhna xwe vedan ,

Dure bersîva rovî  dan

 

Hereçî hebu li wè dè,

Hemu anîne vè dè

 

Wekî ku tu dizanî,

Şèr nexweşek giranî.

 

Kesek neme ku nehat,

Tenè deng ji te nehat.

 

Roja ku em çune wir,

Li ber serè şèr bu gur.

 

Weke ku ji te birike,

Ba şèr xeyba te dike.

 

Digot rovî bè xère,

Ïro  zikè  wè  tère.

 

Tu carî te nasnake,

Ji bote xema nake.

 

Gur gelek tişt  li ser te kir,

Bi rastî ser  bawer kir.

 

Ger ku vècar rabe şèr,

Ew ji bote  nabe xèr.

 

Rovî xatir ji wan xwest,

Kaxiz qelem xist bi dest.

 

Goh li  serî dilive,

Dest û çîyan dipîve.

 

Rèya rovî pir dure,

Av çeman di bore.

 

Rèya  rovî  dirèje,

Diber xwe de dibèje.

 

Dibè  tiştekî  bikim,

Ji bo şèr rizgar bikim.

 

Li mal runişt ponijî,

Pîlanekî xist mèjî.

 

Çili mala şèr heye,

Haya rovî jè heye.

 

Idî borîn roj û meh,

Rovî pir tişt  kir bu seh.

 

Gur ji cem şèr rana be,

Gote şèr wiha nabe.

 

Dîsa nehat ew  zilam,

Çi dibèjî ez xulam.

 

Wele ne hawè wîye,

Deka gelo li  kuye.

 

Rovî li  mal  digere,

Ferman bid bila were.

 

Şèr gotina gur birrî,

Rabu ser xwe zincirî

 

Vè yekè ji bîr nakim,

Ger fermana wî rakim.

 

Hîn ew tişt nebu bîst ,

Rovî li malè bihîst.

 

Rabu got ger ez herim,

Şèr sax bikim vegerim.

 

Kaxidakî kir çar par,

Lè nivîsî  bi  jimar.

 

Pèça kir berèka xwe,

Veşart kete rèka xwe.

 

Hè dî  hèdî  meşîya,

Wargeha şèr bu xwîya.

 

Ku gihîşte devè rè,

Pèşî gur dît li serî.

 

Gur li wir pal vedaye,

Herdu lingan vedaye.

 

Ko rovî derî vekir,

Tu kesî guh lè nekir.

 

Ru nedanè sewalan,

Xwe avè nav şekalan.

 

Ku derî ma vekirî,

Gur gelekî qehirî.

 

Got zu derî bigirin,

Kesè bè xèr li virin.

 

Dema dengè gur çu şèr,

Hîşyar bu nèrî li jèr.

 

Rabu çavè xwe gerand,

Serî li  rovî  hejand.

 

Got aferîn ji te re;

Tu bu zilam ji xwe re.

 

Vayè ev bu meha min,

Lingèn te nehat bal min.

 

Tu li ku  bu vè mehè,

Qey tu çu bu dojehè.

 

Idî xwida  mezine,

Sond û qesem li mine.

 

Ezè te  darizînim,

Hesabè te bibînim.

 

Ko şèr dike qisè gir;

Nayè ser hev dvè gur.

 

Kèfa gur  pir li cîye

Ji ber ku dij rovîye.

 

Gur got kèf kèfa mine,

Va jîyana  rovî kine.

 

Hayè tune ji felekè,

Ko rovî bike dekî.

 

Şèr awirek da rovî,

Temenè wî bir nîvî.

 

Rovî situyè xwe xwar kir,

Bè deng  guhdarî  kir.

 

Rovî  axivî  ji  dil,

Gelo ezim è bè kul.

 

Ma qey hişè te nîne,

Yèn li cem te ew kîne.

 

Çı feyda wan li te bu,

Zimanè wan zè de bu.

 

Ji min  çètir  diznî,

Kè ji wan derman anî.

 

Ev serè meha mine,

Ne xewe ne xwarine.

 

Ko tu ketî nav cîyan,

Ez ketim ser rèyan.

 

Bu èşa  teya  dijwar ,

Derman geryam  bè jimar.

 

Hekî  dixtor gerîyam,

Ku min dît vegerîyam.

 

Hemu hekîm û zana ,

Gotin navèn dermana.

 

Ger  min ji kè dipirsî,

Navè  derman nivîsîn.

 

Gotin   idî  negere ,

Derman eve vegere.

 

Şèr pir şah bu beşirî,

Gotina    rovî   birî.

 

Got dermanè min çîye,

Ka zu bèje  li kuye.

 

Meha mine bè halim,

Ez nemame li malim.

 

Ger te anî be derman,

Ji bo te nîne ferman.

 

Meclisè bicivînin,

Efya rovî derînin.

 

Rovî hate nèzîkè,

Dest avîte bèrîkè.

 

Kaxiz û derman derxist,

Agir bi mala gur xist.

 

Got xwendina min nîne,

Mîrè min tu bi xwîne.

 

Ez  nizanim  çîye ,

Li vir  nivîsandîye.

 

Kaxizek din  daye ber,

Demanan kir bu ji ber.

 

Dermanan nepirsî bu,

Ewî bixwe nivî sî bu.

 

Haya kesî jè ne bu,

Fena rovî bi xwe bu.

 

Belè sèr guman nekir,

Wè kaxiza din vekir.

 

Şèr kaxizè dixwîne,

Navè derman dibîne.

 

Eva dermanè şère,

Me danîye li jè re.

 

Gava ku hun bi xwînin,

Ger hun derman bibînin.

 

Ev derman û ev zanî,

Navè derman me danî.

 

Navè derman li jè re,

Hèvîdarin  bixère.

 

Navè derman liwire,

Goştè  saqa gure.

 

Ku şèr wè gostè bixwe,

Avek sar serda vexwe.

 

Dè bibe weke pola,

Derkeve serèn çola.

 

Tiştekî wî namîne,

Ev ji bo wî mizgîne.

 

Gava nivîs qedîya,

Zirav li gur qetîya.

 

Dest û pè lè lerizî,

Ji xwe re got bi dizî.

 

Ev çi bu hat serè min,

Berè min ket mirinè.

 

Şer got rabin bi rèdin,

Dest û pè gur girè din.

 

 

Wî derxin devè  derî,

Bigrin lè çavèn serî.

 

Birekekè tuj bibînin,

Hèta gur bifirînin.

 

Hinek goştè sor jèkin,

Li agir kin zu çèkin.

 

Dil xwza şèr anîn cî,

Baş girèdan dest û pî.

 

Çè bu wek dilè rovî,

Hèta gur anin nivî.

 

Goştè saqè jèkirin,

Xwè li ser werkirin.

 

Bi cîh anîn  ev ferman,

Şèrè nexweş xwar derman.

 

Şèr birçî bu  birojan,

Hèz da rabu ser çokan.

 

Seqet ma gurè fesad,

Rovî li wir bu  azat.

 

Rovî ji şèr xatir xwest,

Kete rè û  çol û best.

 

Rovî li jor gur  li jèr,

Tu çewanî ey camèr.

 

Gur  ma li ser sè pîyan,

Xwîn ji ji linga rijîya.

 

Te duh dikir xeyba min,

Va tu ketî tirba min.

 

Bèbextî ne tişteke,

Ev jibo te hindike.

 

Her çi hîle û fenek,

Wè were çerxa felek.

 

Emè  rojek bi bînin,

Tol û  heyfè hilînin.

 

Hèvîdarin talî ya xayîn û

Bè bextan  ya gur be.

 

Feyzî –Mîrhesen /  10/ 02/2017/ Parîs 

 

 

 

 

Back to top button