Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke NY civiya

erokê Herêma Kurdistanê li gel alîkar û şêwirmendê taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî yê bo lêkolîna ji tawanên DAIŞê, Kerîm Esed Ehmedxan civiya.

Roja19ê Hezîranê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêra paytext pêşwazî li alîkar û şêwirmendê taybet ê sekreterê giştî yê NY ê bo lêkolîna ji tawanên DAIŞê Kerîm Esed Ehmedxan kir.

Ehmedxan di vê civînê de rol û qurbanîdana Herêma Kurdistanê di rûbirûbûn û têkbirina terorê de û parastina pêkhateyan bêyî tu cudahiyan û vehewandina wan, bilind nirxand.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistnaê, di wê civînê de alîkar û şêwirmendên Sekreterê Giştî yê NY kurteyek derbarê karên xwe yên li ser tawanên DAIŞê pêşkêş kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Kerîm Esed Ehmedxan kurteyek derbarê karên NY de, ji komkirina belgeyan li gor pîvanên navdewletî û lidûvçûna dosyeyên tawanên DAIŞê bigre hey, piştgiriya yasayî bo karên wan û corên tawannên ku li Iraqê hatine encamdan, herwiha serdanên meydanî yên bo gorên bikom û vedana wan, hevahengiya li gel herdu hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê û dîtina tawanbaran û misogerkirina darizandina wan pêşkêş kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî destxweşî li wê şanda NY kir û tekezî li ser amadeyî û pabendbûna Herêma Kurdistanê bo piştgirî û karê hevbeş ê li gel tîmên NY û hikûmeta Iraqê, ji bo bidestxistina dadmendiyê di wê dosyeyê de kir.

Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa qurbanîdana Herêma Kurdistanê di  rûbirûbûna DAIŞê de kir û tekezî li ser pabendbûna bi prensîb û bingehên pêkvejiyanê û parastina pêkhateyan kir.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: