Nivîsar

Gelo dîrok paşve vedigere?

Li Kurdistanê cardin hinek bûyerên balkêş dibin. Piştî destpêkirina projeya hukumetê ya bi nave “ Vekirina demokratîk“ pêvajoyek nû destpêkir. Di destpêka vê pêvajoyê de ji bo hinek guhertin û pêşketina demokrasiyê hêviyek çêbû. Lê di nav vê hêviyê de bi destpêka hinek bûyeran tirsek veşartî jî peyda bû. Lê kesekî  ev tirs bi tu awayî eşkere nekir û piranî li ser erêniya destpêkirina pêvajoyê hate sekinandin. Lê tiştek hebû ku li Tirkiye statukuparêz bi tu awayî zû bi zû ji dev destkeftiyên xwe yên  97 salî bernadin. Vekirî şerek di nav hukumetê û dezgehên statukuparêz de destpêkir. Piraniya dezgehên sivîl, kesên demokratîxwaz, beşek ji kurdan pişgiriyek sivîl dan hukumetê û dijê statukuparêzan helwest vergirtin. Lê di vê pêvajoyê de, tirsa hukumetê û ne istiqrarbûna serokwezîrê Tirkiye, baweriya xelkê ji bo berdewamiya vekirina demokratîk kêm kir. Bi awayek din helwesta hukumetê bi xwe bû sedem ku pişgiriya wan di nav siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên kurd û tirk de kêm bû.

Taybetî piştî guhertinên destûrê di parlementoyê de derbas bûn û biryara referandûmê hate dayîn, bûyerên bi guman geştir bûn. Bûyera Inegolê, Dortyolê, kuştina 4 kurdên welatparêz li Batmanê pirsên mezin di serê xelkê de çêkirin. Cardin piştî demek dirêj nave JITEM-ê hate sehkirin û di bûyera Dortyolu de derket hole. Halbû kî eve demek bû ku nave JITEMÊ di dadgehkirin û girtina hinek endamên JITEM-ê dihat hole. Bivê nevê bi mirov re şik çêdibe. Gelo pêvajo berevacî dibe? Yanî ji bo tevlîhevî çêbe, rewşek awarta bê rojevê, dezgehên tarî wê cardin serbikevin? Vê care serkeftina dezgehên tarî bi tevatî, di nav tirkan û kurdan de dê bibe sedemê felaketek civakî.

Divê bê bîra me, di nav hêzên çêkdarên Tirkan de ew general û efserên dixwestan bi awayekî çareseriyek pêyda bibe û ne bi metodên klasik yên dewletê nêzikî pirsan dibûne hemi bi awayek bi destê dezgehên tarî di nav leşkeran de hatin kuştin. Ew hemi bi destê rêxistinên wek Ergenekon û JITEM-ê hatin kuştin. Ewkesên di wan salan de hatên kuştin  hemiya jî li herêma Kurdistanê kar kirine û li demekî rastiya pirsa heyî dîtine û dewleta tarî naskirine. Kesên hatîn kuştin yên wek, Orgeneral Eşref Bitlis, Tuggeneral Zeki Durlanık, Tuğgeneral Temel Cingöz, Tuggeneral Bahtiyar Aydın,  Alb. Rıdvan Özden, Albay Kazım Çillioğlu, Albay Vural Berkay, Tümgeneral Memduh Ünlütürk, Korgeneral İsmail Selen, Oramiral Kemal Kayacan, Korgeneral Hulusi Sayın, Binbaşı Ahmet Cem Ersev û midurê emniyeta Diyarbekir Gafar Okan.

Di vê demê de cardin bi destên tarî hezaran siyasetmedar, rewşenbîr û keseyetên kurd bi destê dewleta kûr hatine kuştin û heta wek niha jî tawanbarên wan ne diyare. Îro cardin tirsa destpêka pêvajoyek bi vî awayî heye.

Pêvajoya ku îro berbi xirabiyê ve diçe û leyiztikên qirêj ku çêdibin, heta referandumê wê berdewambin. Gelo wê encama referandumê bandora xwe li ser vê pêvajoyê çewe bike nayê zanîn. Lê li gora nirxandinên di rojevê de ev yek di helwesta hukumetê ve giredayiye.  Herkes dizanê ku, di destê hukumetê de hemi planên dezgehên tarî hene, yanî hukumet girêdanên JITEM-ê û Ergenekonê dizane. Hukumet destê van rêxistinan di nav kurdan de dizane. Lê van eşkere nake. Hukumet hesabê siyasî yê rojane dike. Eger di referandumê de nêzikî % 60 deng ji bo erêkirina guhertinên destûrê derkeve, wê bandore xwe li ser helwesta hukumetê bike. Dema hukumeta Tirkiye, vekirîtir û çelakîtir vekirina demokratîk berdewam bike, wê ev pêvajoya berbi xirabiyê û felaketê ve dice cardin hêviyek erênî li xelkê re peyda bike.

Herweha hukumet girêdanên dezgehên tarî di hemi warî de eşkere bike û raya giştî agahdar bike, dê gelek tişt bêne guhertin. Hingê ev bûyerên tarî wê bine ronî kirin. Divê bê zanîn ku, pêvajoya ji berî 12-ê îloa 1980-ê bi vî awayî destpêkirîbû. Eger dîrok vegere ji berî 30 sala,dê roj bibe roja dezgehên tarî. Wê herkesek winda bike.

04.08.2010
Dara Bilek

Back to top button