Aştî Hewramî: Petrola xam a Kurdistanê qet neçûye derve!
Hewlêr – Li ser îdiayên ku petrola xam ji Herêma Kurdistanê bo Îranê tê firotin, Wezîrê Çavkaniyên Siruştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî diyar dike ku petrola xam a Kurdistanê derneketiye derve. Hewramî ragehand ku dixwazin petrola Herêma Kurdistanê bi boriyan bişînin, “lê pir girînge ji bo ku pirsgirêka petrolê bi awayekî tevahî ligel Bexda çareser bibe, yasaya dabeşkirina dahata petrolê li gor madeya 112ê ya destûra Îraqê derkeve. Aştî Hewramî dibêje ku nûnerên Kurd ew maf di destûrê de çespandiye û nikare dest jê berde.
Rûdaw: Di vê demê de pir li ser we û wezareta we tê nivîsandin û gotin. Tê îdiakirin ku petrola xam a Herêma Kurdistanê bi qaçaxî diçe Îranê. Hinek caran jî tê gotin ku hûn li derveyî desthilata hikûmetê ne û desthilata civata wezîran jî ser we tune û desthilateke siyasî li derveyî hikûmetê li pişt we ye.
Aştî Hewramî: Ev axaftin hemû ji bo derxistina aloziya ne. Siyaseteke me heye û ew jî siyaseta hikûmetê ye, me hemuyan sond xwariye û bi rênumaya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji serokwezîr bigre û ez jî di nav de, me soz daye ku siyaseta xwe biparêzin û pêdagiriyê li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê di warê petrolê de bikin. Ev polîtîka di heyama kabîneya 5. de hatiye darêştin, niha jî em hemû bi piştîvaniya serokwezîr berdewam in li ser vê siyasetê. Em ji mafên xwe yên destûrî zêdetir naxwazin û ji wan kêmtir jî qebûl nakin. Ev mafeke ku nûnerên gelê Kurd di destûra herdemî ya Îraqê de çespandine û mafê min nîne dest ji van mafan berdim. Lê belê nabe em sînorê mafên xwe yên di destûrê de derbas bikin. Kesên ku dibêjin Aştî Hewramî wiha dike û wiha nake, dixwazin siyaseta me ya petrolê têk bidin. Rapora rojnameya New York Times hevdeme ligel rewşeke siyasî ya taybet ku Îraq di destpêka dirustkirina hikûmeta nû de ye. Ev êrîş ne li ser min e, lê li ser siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê ye. Ev siyaseta hikûmetê û ya serokayetiya Herêma Kurdistanê ye û li Parlamena Kurdistanê hatiye guftûgokirin û pesendkirin. Ewên ku dixwazin li ser vê siyasetê bikin an tênagihin û mixabin hinek ji wan li hundirê Kurdistanê ne û yên din jî dijî berjewendiyên gelê Kurd in.
Têgihiştina siyaseta petrolê ne hêsan e, ji ber vê yekê pir caran dibe amûreke şerên siyasî. Xelk gilî dikin ku siyaseta petrolê ya Kurdistanê ji wan re nehatiye zelalkirin.
Rêza min ji giliyên xelkê re heye, lê hêvî jî dikim ku xelk rêz li siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê bigre ku bi wêrekî û dijwariyeke zêde destpê kir. Berî 5 salan dema me dest bi vî karî kir, li Hewlêr û Silêmaniyê elektrîk rojane bi tenê du demjimêran hebû, niha rojane 20 demjimêran elektrîka me ya niştîmanî heye. Berî 3-4 salan me nêzîka ji sedî 15-20’ê butçeya Herêma Kurdistanê ji bo kirîna gazoil bikar dianî da ku 3-4 demjimêran elektrîka me hebe. Salane 700 milyon heta milyarek Dolar ji butçeya Herêma Kurdistanê di vî warî de dihat xerckirin, niha ji sedî 3’yê van pereyan ji bo vê mebestê ji butçeya Herêma Kurdistanê nayê xerckirin. Yanî hem elektrîka me zêde bû û hem pere li me vegeriyan. Niha em bi xwe petrolê dertînin û li rafînera Kurdistanê safî dikin û gazoilê didin santralên elektrîkê. Ger me wiha nekira, niha rewşa Kurdistanê di hemû waran de pir xerab dibû. Niha 40 şîrketên ku ji 17 welatên cîhanê hatine, li Herêma Kurdistanê di warê gaz û petrolê de kar dikin, buhayê zêdetir 10 milyar Dolar hilberînê li Kurdistanê kirin û jimareke zêde ya xelkê li ba wan şîrketan kar bidest xistine. Hêdî hêdî pîşesazî li Kurdistanê destpê dike. Ger sektora elektrîkê bi sedema siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê nehata pêşxistin, ti tişt ji van nedibû. Opozîsyon an çi dezgeheke medya ger dixwaze bê amade bibe li muzayedeyan, bila bê amade bibe çiqas tonên petrola reş tê firotin û bila biçe ser sînor jî çavdêriyê bike. Hinek dibêjin, petrola xam a Kurdistanê tê firotin, bila dokumentekê bînin ku ew petrola xam a Kurdistanê ye û tê firotin.
Lê endamê Fraksyona Goran li Parlamenê Kurdistanê Ebdulla Mela Nurî dibêje belgeyên me hene ku petrola xam a Kurdistanê bi qaçaxî tê firotin û pere diçin ji PDK û YNK’ê re.
Bila parlamenter Ebdulla Nûrî dokumentan bîne. Ger na, ev derewe û xapandina xelkê ye.
Ew dibêje dokumentên wî hene.
Êdî divê wan pêşkêş bike. Axaftin hêsane, lê îspatkirin merc e. Ger belgeyên wî hene bila wan bibe parlamenê û bide îspatkirin ku petrola xam ji Herêma Kurdistanê derdikeve, hingî amade me û hikûmet jî amade ye li pêşiya gel hisab bidim. Lê ev derew e ji ber ku petrola Herêma Kurdistanê naçe derve. Ger mebesta wan petrola xam e, êdî agahiyên wan şaş in. Ger belge hene û ger kêmasî çê bûne, keremkin em wan çareser bikin, lê axaftinên bê bingeh milet dixe sergêjiyê û herwiha siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê zêdetir dixe ber tîrên neyaran.
We sandoq an hisabê bankê yê taybet ji bo dahata petrolê vekiriye, wek ku di yasaya gaz û petrolê ya Kurdistanê de hatiye destnîşankirin?
Ev hisabê me li Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê heye, lê ne hisabeke zêde ye ji ber em petrolê naşînin derve. Diviyabû ew hisab dirust bibe û li jêr çavdêriyê be. Ger em gihiştin qonaxa berhemanîn û firotina berdewam a petrolê, li gor rêkeftinê ligel Îraqê, diçe sandoqa dahatên petrolê yên Îraq ku ew jî hê nehatiye vekirin. Em hê negihiştine wê qonaxê, lê hisabê me li Wezareta Darayî vekiriye.
Lê berpirsên Wezareta Darayî dibêjin dahata petrola li ba wan nîne?
Na, heye. Piştî derketina yasa li parlamenê û biryara parlamenê, divê mehane -eger paşma hebe- ji bo hisabê wezaretê li Wezareta Darayî bê şandin. Lê hejmar ne ewqas zêde ne, weke ku wan parlamenteran behsa wan kiribû ku qaşo ji hizbê re diçin. Ger di salekê de ewqas bibe, ne di mehekê de, em ê pir sipasdar bin ku ew jî ne ji bo hizbe lê bo hikûmetê ye. Hisabê li Wezareta Darayî jî hisabekî daxistî ye û niha ji bo tiştekî bikar nayê anîn, heta em bizanin ligel Îraqê çawa yekalî dibe.
Li gor projeya rêkeftina yasa gaz û petrola Îraqê ku yeke ji pirsgirêkan, behsa dabeşkirina dahatên petrolê tê kirin. Ji ber wêya we biryar daye ku destêwerdanê tê de nekin?
Erê, ji ber ku li Bexda jî sandoq nehatiye danîn.
Nedana wê dahatê bo Bexdayê ne ji ber wêya ye ku hûn bi ji sedî 17’ê dahata petrola Herêma Kurdistanê ne razî ne?
Na, ew dimîne ser rêkeftinên siyasî. Em li benda tiştekî ne, ew jî ew e ku yasa dabeşkirina dahata gaz û petrolê li Bexda derkeve. Li gor madeya 112. a destûra Îraqê, hemû dahata gaz û petrola Îraqê diçe wê sandoqê, mesrefên girîng jê tên derxistin û tiştê ku dimîne li gor hejmara daniştvanan ku ew ê Herêma Kurdistanê bila em bibêjin ji sedî 17 ye, yekser ji wê hisabê bo me bê, bi serperiştiya parlamen li ser Herêma Kurdistanê tê dabeşkirin. Ev hisab heta niha li Bexda nehatiye vekirin, pereyên ku niha ji Bexda ji bo Herêma Kurdistanê tên ji bo butçê tên. Em dibêjin destûr wiha nabêje, çimkî ger biçe ji bo butçe, wek wêya ye tu kirê werbigre. Wek mînak, Îraq behsa wê yekê dike ku piştî çend salan dikare rojane 10-12 milyon bermîlan bişîne derve, hingî butçeya me salane digihe 500 milyar Dolaran, lê dibe butçeya Îraqê bi 200 milyar Dolaran bê danîn, pereyên zêde neyên bikaranîn ji bo wê salê, bi vî awayî ew 300 milyarên zêde dîsa li Bexda dimînin û em tiştekî nabînin û beşdar jî nabin di xerckirina wan de. Destûr wiha nabêje, destûr dibêje piştî jêderxistina xerciyên girîng divê dahat bê dabeşkirin, yanî wê demê em ê ji sedî 17 ji wan 300 milyaran jî wergirin. Nakokiyên me li ser vê yekê ne.
Hûn gazoil û gaza şil bi pereyan didin santralên elektrîkê, wek mînak santrala 500 megawattî ya Ehmed Îsmail li Hewlêrê?
Na, em bi belaş didin wan.
Lê santral sivîl e!
Erê, lê em her wiha bi belaşî nadin rêzdar Ehmed Îsmail, çimkî em xerciyên şuxulandina elektrîkê didinê, lê ne xercî û pereyên tevahiya berhemê. Ya Çemçemal jî em gazoil û gaza xwezayî jê re dabîn dikin.
Yanî ew beşeke ji piştîvaniya hikûmetê ji bo wê sektorê, da hevwelatî elektrîkê bi nirxeke erzan bidest bixin?
Erê, ger wiha nebe nirxê elektrîkê pir giran dikeve ser hevwelatiyan û anîna sotemeniyê jî ji Îraq û derve, wek me di sala yekem a şuxulandina santrala 500 megawattî dît, ne hêsan e.
We ragihandibû, eger yek belge hebe ku biselimîne me tankerek petrola xam a Herêma Kurdistanê şandibe derve, ez amade me îstifa bikim. Hûn bi tevahî piştrast in ku nefta xam a Herêma Kurdistanê ji ti kêlgehekê neçûye Îranê?
Ji wê demê wirde ku ez li vir bûme, me molet nedaye petrola xam a Herêma Kurdistanê biçe derve û neçûye jî, ez ji vêna piştrast im. Ji ber her du şîrketên ku petrolê li Herêma Kurdistanê derdixin, DNO û Genel Enerji nikarin tankeran bikar bînin, petrola ku çûye palavgehan, di bin çavdêriya rasterast a me de bûye. Lewra em sedî sed dilniya ne ku petrola xam a Kurdistanê qet neçûye derve, ji xeynî wê petrolê nebe ku çar mehan berî niha bi riya boriyên nefta Îraqê hat şandin, wêna jî bi riya Somo hat cîbicîkirin. Herçiqas mafê me heye li gor destûrê em petrola xwe bifroşin, bi hemû riyekê em dikarin wî karî bikin. Dema dibêjim me nekiriye, nayê wê wateyê ku ew ne mafê me ye.
(Rudaw)