Kultur

Saziyên Parastina Zimanê Kurdî

Me di xala “Dewlemendiya Zimanê Kurdî“ de behs kiriye ku zimanê Kurdî çiqas dewlemend e. Îcar ev dewlemendiya hanê bi çi hawayî û bi çi tewrê wisa di binê hewqas qedexetî, cewr, zordestî û pişaftinê de heta îro, bê ku kêmasiyeke mezin di xwe de bihêwirîne hatiye domandin?

Ev pirs babetê lêkolîneke berfireh e ku bête kirin. Îcar min di van 25 salên bihurî de, bi belge û nimûne derxist holê ku çar sazî ji bo parastina zimên dilqekî sereke dane leyiztandin û ji Sedsala Deh-Yazdeh, Duwazdehan ve karê parastin û bipêşvexistinê hetanî dawiya Sedsala Bîstî kirine.

Bêguman ziman ji her neteweyekî re serweteke pir mezin e; ji her neteweyî re şanaziyeke pîroz û giranbiha ye ku ne jê re nirx tê hesabkirin, ne jê re kêşan heye û ne jî pîvaneke berbiçav çêdibe. Herweha ziman wisa girîng e ku mirov xwe bi parastina wî, ji mirina netewî rizgar dike.

Ziman ji bo her neteweyî, rih e. Dema livaka xwînê radiweste, ganî dimire. Eger mirî mirov be, li goristanekê tê binaxkirin. Dema zimanê nijadî ji nava neteweyekî derkeve, ew netewe jî mirî tê hesibandin. Tenê navê wî neteweyî û zimanê wî, hin caran di nava rûpelên mêjû de têne dîtin. Wekî din tiştekî wî yê din li jiyanê namîne.

Helbet toreya nijadî jî bi jiyandina zimê re pir girîng e. Ji ber ku tore û ziman, xwe li ser yek bingehê avakirine û ji hev cuda nabin.

Di nava Kurdan de çar saziyên kurdewarî hebûne ku wan bi sedê salan, bi hezarê salan, bi awayekî pir xurt Zimanê Kurdî û Toreya Kurdî heta îro parastine. Ew her çar sazî jî ev bûne:

1- Medreseya Kurdî.

2- Rêçika Şêx  antiyê.

3- Sazûmana Axatiyê.

4- Dibistana Zindî.

Ji xwe diyar e ku ev sê saziyên pêşî çi ne, hewce jî nake ez li serê zêde bipeyivim. Lê ev navê “Dibistana Zindî“ ku min bi xwe lê kiriye, dengbêj û çîrokbêjên Kurd in. Dilqê wan di vî warî de, nayê şirovekirn ku çiqas mezin e.

Ji xwe di xala Medreseya Kurdî de li ser vê yekê bi firekî hatiye rawestin.

Dema em li pêvajoya dîrokê diniherin, em vê yekê dibînin: Çi neteweyê ku zimanê xwe neparaztiye û li gor toreya xwe nelipikiye, ew netewe ketiye gerineka mirina nijadî.

 

Zeynelabidin Zinar

 

[email protected]

www.pencinar.se

 

 

 

Back to top button