Polîtîk

Barzanî pêşwazîya serokê Partîya Elumme ya Iraqî kir

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li her du birêzan Mîsal El Alusî Serokê Hizba El Umeya Iraqî û Cemal Kerbulî kir.

Li hevdîtinê de, sercem pêvajoya siyasî û emniya li Iraqê da hate nîqaş kirin, her wiha bîrûra di derbarê wê sistiya ku li ser grupên siyasî ve tê dîtin danûstandin kirin, bi taybetî sebaret bi guftugoyên di navbera qewareyên serketiyên hilbijartinê bi mebesta pêkanîna Hikûmeta nû û li vî warî de sedemên negihiştina bi çareseriyeke nîştimanî ku sercem qewareyan li çardewrî da kombibin xistin rû.

Her du alî jî tekîd li ser pêwîstiya lez kirina li pêkanîna Hikûmetekî hevbendiya nîştimanî kirin ku bi awayekî hemû pêkhatên Iraqê têda beşdarî bikin.

Back to top button