Civak
Baykal jî ket nav doza Ergenekonê
Serokê berê yê CHP-ê Denîz baykal jî dikeve di nav dosya Ergenekonê de. Dozerê Ergenekonê yê naskirî Zekeriya Oz niha jî di derbarê Deniz Baykal de doze vedike. Ji bo bikaribe doze di derbarê Baykal de veke dive fezlekeyekî rêbike parlementoyê. Eger parlemento qebûl bike wê êfada Deniz Baykal di çerçova doza Egenekonê de bê standin û wê Baykal bê darizandin. Lê parlementeriya Baykal rê nade vê yekê.
Baykal bi xwe dema serokê CHP-ê, gelek caran dijê doza Ergenekonê derketiye û gotiye ku; ez parêzeriya kesên di vê doze de hatîn girtin dikim.