Cîvîna konseya leşkerî îro dawî tê
Civîna konseya leşkerî ya bilind îro dawî tê. Biryarên ji civînê derkevin, wê herê ber destê serokkomar Abdullah Gul. Pirs ewe ku gelo dê Gul van biryara qebul bike yan ne? Ji ber ku biryar di vi konseyê de bi piranî têne standin. Lêşker piraniyê de ne. Herweha serokwezir tenê dikare dengê xwe li dij bide û mixalefeta xwe binivîse. Lê eger ev biryar ne li gora daxwaziya serokwezîr bête girtin, serokkomar dikare van birjaran nepejirîne.
Ji ber vê yekê ji duhî ve, gelek çûyin hatin tên kirin ku, ji bo biryarên bên standin ji aliyê serokkomar ve bête pejirandin. Di vê mijarê de gelek civîn çêbûn. Gul, Erdogan û Başbug hatin ba hev. Gelo li hev kirin yan na nayê zanîn. Duhî bi amadebûna serokkomar endamên konseya bilind ya leşkeran bi hev re xwarina nîrvo xwarin. Lê rûyê kesekî nakeniya, kesekî hevûdin narêniya, hemî medên wan kirî û tenê li ber xwe dinêrîna. Ev wene bi xwe dide kifşkirin ka rewşa wan çeweye.
Erdogan dijê bilindkirna general Hasan Igsiz helwesta xwe eşkere kir û îro di civîna konseyê de ama de nebû.Heta Erdogan biryara imze neke ew biryar dernakeve.