Perez: Hinek kurdên Tirkiye nêzikî Israîlin
Serokkomarê Israil Şîmon Perez li gel rojnama Israilî Ediot Aharanot hevpeyvînek berfireh çêkir. Di beşek hevpeyvîna xwe de behsa rewşa Rojhilata Navîn û pirsa Tirkiye kir. Perez gelemperî di derbarê rewşa Rojhilata Navîn û Tirkiyê de ev gotin.
Perez: “ Di navbera Surî, Tirkiye û Îranê de nakokiyên olî kûrin. Ez ne tenê behsa Şîe û Sune dikim, di nav Şîan de jî ferqên mezin hene. Şîeyên Îranê û Şîeyên ereb ne wek hevin. Herweha li van welatan gelên başke jî hene. Mesele ji %20 ji nifusa Tirkiye kurdin. Ew di nawenda tewezineki de ne,hinek ji van kurdan nêzikî Israîlin. Gotinek ya Tolstoy her tim li bîra mine.Tolstoy dibêje ku; Binemalên dilxweş hemû wek hevin, lê yên ne dilxweş ne wekhevin . Alema misilmana Erebî ne binemalek dilxweşe û di nav wande nakokî hene.“
Li ser pirsekî Perez behsa pêwendiyên Israil û Tirkiye jî kir. Di vê derbarê de Perez got: “ Tirkiye li himber Israil helwesta xwe guhertiye. Lê Israil li himber Tirkiye helwesta xwe ne guheriye. Ez pêşniyar dikim bila Israil di cihê xwe de li ser helwesta xwe bisekine. Emê bibînin ka li gel Tirkiye çewe dibe. Ez bi sebrim. Li gora baweriya min divê em bersiva her tiştekî nedin û dijminên nû ji xwe re tayin nekin.“