Serokê Kurdistanê: Azadî ne berelayi (anarşîzm) ye
Serokê Kurdistanê di gotara xwe de, da nîşandan ku rola jinê di şoreş û qurbanîdana gelê kurd de heye û ji ya mêr bêtir jî bûye.
Serok Barzanî got: “Divê hemû gelê kurd û bi taybetî jî jin azad be, divê rêxistinên jinan bi taybetî şerê bi destxistina wê azadîyê bikin û em jî piştevanên wan in, belê azadî ne berellayî ye. Divê kur û keç bi dilê xwe hevserîya xwe hilbijêrin, belê divê nav û dengê xwe û binemalên xwe jî biparêzin. Em li deverekê dijîn, ku tê de dab û nerît (adet) bi bandor in. Ew dab û nerîtên ku baş in, divê em wan biparêzin û ewên ku bi roja mej re naguncin, divê em wan bidin alîyekî.“
Serokê Kurdistanê di derbarê rewşa siyasî li Iraqê got: “ Rewşa siyasîya Iraqê hatiye girêdan, me kurdan jî yekîtîya rêzên xwe paraztiye û em dê mafên xwe pêk bihînin. Em beşekî çareya pirsên nava Iraqê ne û em dixwazin hukûmeteka hevparîya niştimanîya Iraqî pêk bihê. Em dixwazin ku ti kes û alî li derveyî vê hukûmetê nemîne.“
Di berdewamiya gotara xwe de serokê Barzanî got: “Gerek îro êvarê Hevgirtina Kurdistanî, hukûmet û parlementoya herêma Kurdistanê, bi şandeya dan û standinê ya kurd re kombûnekê li bajêrê Baxdayê saz bikin, da ku rewş bihê nirxandin, kurd rijd e (bi israr e) ku ew mafên xwe bi dest ve bînin û maddeya 140-ê û qanûna gasê û petrolê û pirsa pêşmerge jî bihên çareserkirin.