Kultur

Xebat ji bo nehêlana şideta li dijî jinan tê kirin

    

Îro Asos Necîb wezîra kar û karûbarên civakî ya hikûmeta herêma Kurdistanê li Hewlêrê digel Dayan Kiro berpirsa mafê mirovî li tîma vadankirina hermî RRT civiya û rewşa jiyana jinan li herêma Kurdistanê û şideta civakî ya li dijî jinan tê encamdan minaqeşe kir.

Di destpêka civînê de wezara kar û karûbarên civakî behsa bername û pilanên wezareta kar û karûbarên civkî yên di warê; berçavderbaskirina sîstema çaksaziyê û danan bernameyên pêwîst bo senterên parastina jinan û got: ”Bi rêya semînar, Workshop û pêkanîna komîteyên taybet ra kar ji bo berçavderbaskirina sîstema çaksaziyê û danan pirogramên pêwîst bo senterên parastina jinan li herêma Kurdistanê hatiye kirin.”

Ji aliyê xwe ve berpirsa mafê mirovî li tîma vadankirina hermî RRT tevî bilind nirxandina kar û xebatên wezareta kar ûp karûberên civakî yên di warê parastina mafê jinan û rêgirtin li pêşiya diyardeya şideta li hember jinan, got ku rêxistina wan amadeye di van waran de hevkarî û alîkarîya wezaretê bike. Herwesa şandeya RRT got ku ew dê serdana senterên parastina jinan li herêma Kurdistanê bikin.

Her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku hişiyariya civakê li ser parastina mafê jinan giringe û divê hemû kes û alî ji bo nehêlana diyardeya şideta li dijî jinan bixebitin.

Back to top button