Erdogan rê neda generalên tawanbar
Civîna konseya bilind ya leşkerî dawî hat. Biryarên ku di civînê de hatîn standin ,beşek ji aliyê serokkomar ve hatin pejirandin. Lê di civîna îro de serfermandarê hêzên çekdarên Tirkiye nehat kifşkirin û herweha fermandarê orduya yekem Hasan Igsiz nebû fermandarê hezên erdî yê Tirkeye. Herweha ew generalên ku navên wan di doza Ergenekon yan doza Balyozê de derbas bûyî bilind nebûn.
Sibe civîn berdewam dibe. Divê şuna Başbug generalek bê tayin kirin û generalek jî bibe fermandarê hêzên erdî. Herî dereng heta 30-ê vê mehê divê ev tayîn bêne kirin. Ev yek ji aliyê hukumetê ve helwestek gelek hişk û pêwist bû. Ev bûyerên bi vî awayî di dîroka Tirkiye de gelek çênebûne. Ev cara yekeme ku ev civîn bi vî awayî berdewam dike û sivil li dijê leşkeran dibin xwedî helwest. Ev bûyer dibe sedemek mezin ji bo kêmbûna yan jî şkinandina wesayeta leşkerî.