Polîtîk

Berwarî: Tirkiye ji bo herêma Kurdistan cîran û derîyekî giringe

Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li  Aydin Selcen konsolosê giştiyê konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê kir.

Di dîdarekê de cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê careke din kêxweşiya xwe li hebme vekirina konsolxaneya Tirkiyeyê li herêma Kurdistanê nîşan da û got: Ji bo herêma Kurdistanê Tirkiye cîran û darîyekî giringe. Têkeliyên xurtên navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê dê fêde ji galên her du aliyan û aramiya deverê jî ra hebe. Ji bo hevkariyên hevbeş di hemû waran de derfetên merzin hene.

Konsolosê giştiyê konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê got ku konsolxaneya wan ji bilî pêşxistina peywendiyên aborî û bazirganî, herwesa dê ji bo kûrkirina canê biratiyê û têkeliyên kulturî di navbera her du gelên cîran de berdewam bixebite.
Her di dîdarê de serdana serokê herêma Kurdistanê ya bo Tirkiyeyê bi serdaneke giring wesif kir û her du alî li ser  wê yekê hevfikir bûn ku serdana serok Barzanî bo Tirkiyeyê tesîreke erênî bo ser pêşxistina peywendiyan di hemû waran de hebû.

Selcen got ku di demeke nêzîk de konsolxaneya Tirkiyeyê li Hewlêrê dê vîze û karûberên seferê bo Tirkiyeyê hêsantir bike û Tirkiye dê liqê sê bankayên xwe li herêma Kurdistanê veke. Herwesa Selcen  got ku xebatên tên kirin jo bo ku Turkish Airlines seferên esmanî bo Hewlêrê dest pê bike berdewam in.

 

Back to top button