Polîtîk
Bihêzbûna pêşmerge bingeha bihêzbûna arteşa Iraqê ye
Îro Cefer Mistefa wezîrê pêşmerge yê herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyeke bilind a hêzên Amerîkayê yên li Iraqê ku ji general Tony Cucolo fermandarê hêzên Amerîkayê yê li bakurê Iraqê û fermandarên hêzên Amerîkayê li bajarên Kerkûk, Mûsil, Diyale û Tikrîtê pêk hatibû, kir.
Di civînê de gotûbêj li ser perwerdekirina hêzên pêşmerge û bernameya nû ya arteşa Amerîkayê û wezareta berevanî ya Iraqê bo perwerdekirina pêşmerge hate kirin.
Wezîrê pêşmerge kêfxweşiya xwe bi pêşkeftina asta perwerdeya hêzên pêşmerge nîşan da û hêvî kir ku ew proses zêdetir bê pêşxistin.
General Tony Cucolo jî qala plana nû ya xwe bo navçeyên nakokbar kir û kêfxweşiya xwe bo wan gavan nîşan da ku lîwayên wezareta pêşmerge ji bo kontrolkirina rewşa ewlekariya wan navçeyên avêtine.
Cucolo diyar kir ku ew piştgiriya hêzên pêşmerge dikin, çimkî bihêzbûna pêşmerge bingeha bihêzbûna arteşa Iraqê ye.