Nivîsar

Gelo dewlet bi çi çavî li Pervîn Buldan dinêre !

Li Tirkiye dema hilbijartin nêzik dibin gotubêj û tawanbariya aliyên siyasî li himber hev jî zêde dibe. Babetek herî girîng babetê hevkariyaye û taybetî hevkariyên li gel HDPê têne kirin e.

Erdogan di axavtinek ya xwe de dibêje: Yên li gel Qendil kar dikin, CHP, IYI Parti û Partiya Seadetê jî li gel wan kar dike. Erdogan hevkarî û pêwendiyên van partiyan eşkere, nehînî ku li gel HDPê hene rexne dike.

Di vê derbarê de nivîskara Oda TVê Muyesser Yildiz nivîsandinek ya xwe de pirsekî dike û dibêje: Gelo rêveberên dewletê di derbarê Pervin Buldan de çi difikirin? herweha li ser vê yekê nirxandinek tê kirin.

Ji bo bersiva vê pirsê divê piçekî şûnve herin û behsa dema hevdîtinên Ocalan/HDPê û berpirsên dewletê bike. Dema hevdîtin ligel Ocalan têne kirin, rawêşkarê ewlehiya dewletê ji Ocalan re dibêje: Hun li vê derê rêxistinê rêvedibin. Em vê mecalê didin we.Em rêdidin ku heyet herin werin .

Ji berî niha du mehan dema li parlementoyê de li ser bûtçeya dewletê axavtin dihatin kirin, hevseroka HDPê Pervin Buldan axavtinek ya xwe de got: Eve 3 salin birêz Ocalan li Imralî di bin tecrîtê de ye. Ji bo deriyê Imralî hatiye girtin, li welat krîz çêbûn darbe çêbûn.

Piştî vê gotarê çend rojekî cardin li parlementoyê Buldan li gel serokê MHPê Bahçelî gotubêjek kûr dikira. Sohbeta wan germ bû.

Pirtuka Têbiniyên Îmralî de ku PKKê ev pirtûk weşandiye. Ocalan di di hevdîtinekî de ku berpirsê dewletê jî amadeye ji Buldan re dibêje: Jiyana te ya berê li holêye. Tu di bin fişarek feodal de bûyî.Lê niha tu siyasetê dikî.Tu di siyasetê de jêhatiyî. Min temaşeyê gotara de ya parlementoyê de kir. Xîtabe te başe . Bandora te wek mînake. Kurdiya xwe pêşve bibe.

Berdewamiya axavtina xwe de Ocalan dibêje: Vê sibehê hat bîra min,ez çi bêjim Pervin xanim. Min biçekî mitale kir. Hunê wek bûkekî dest siyasetê bikin.Tu sibehî hişyar bibî, cilî bergê xwe li xwe bikî , xwe bixemlînî û di wê rojê re şî bikî.Yanî tu divê siyasetê bi evînî bikî. Ocalan berdwamiya gotina xwe ji Pervin xanimê re dibêje: Eger ez arîkariya te nekim ez nikarim serokatiyê bikim.

Herweha Ocalan gelek berfireh behsa Pervîn Buldan dike û wesfê wê piralî dide. Lê ya balkêş ne tenê dîtina Ocalane. Ocalan di hevdîtinekî de ji berpirsê dewletê jî dipirsê: Hun pervîn xanimê çewe dibînin? Berpirsê dewletê bersivê dide û dibêje: Profila wê bilinde, cihê ku lê ji dayîk bûyî û lê mayî digunce. Performansa wê li ser daxwaziya xelkêre ye. Gelek xanimek hêjaye jî.

Ev hemû pirtuka ku PKKê weşandiye de cih digrin. Dema Ocalan li Îmralî li gel heyeta HDPê û dewletê hevdîtin dikiran ew hevdîtin hemû di pirtukî de cih girtine û hatiye weşandin.

Dîtina Ocalan û dewletê li ser Pervîn Buldan ji hev ne dûre..

Nûça/Analîz

R.K

Back to top button