Gelê Kurd dijî bikaranîna çekên kîmyayî ye

Êvariya îro dûşem 09.09.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frans Tîmêrmanz Wezîrê Derveyê Holanda û şanda pê re kir.
Di destpêka civînê de Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û paşê Wezîrê Derveyê Holanda xweşhaliya xwe ji bo serdana Herêm û hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî û Herêma Kurdistanê jî bi wî awayî wesif kir ku cîheke ji bo karkirin û geşkirinê û dikare karên gelek baş li vî welatî de bê kirin bi taybetî li warên çandinê de. Wezîrê Derveyê Holanda ragihand ku li Herêma Kurdistanê de demokrasî bzêwe û gengeşeyên bihêz heye li navbera planên xerap û baş yê birêvebirinê û her wiha gengeşe ji bo komkirina dengder û eve jî babetekî gelek erêniye.
Li beranber de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê li warê geşkirina çandinê de pêwîstî bi ezmûna welatê Holanda heye û hêvî xwest ku peywendiyên di navbera Holanda û Herêma Kurdistanê li vî kertî de pêşveçûnê bi xwe ve bibîne. Di derbarê hilbijartina Parlemena Kurdistanê jî Serok Barzanî behsa wê yekê kir ku demokrasî li Kurdistanê ketiye ser rêya xwe û propagandayên hilbijartin û kêbirkêya aliyên Herêmê bi başî birêve diçe û xelk jî herdem deng bi wan planan didin ku kirdarî bê û xizmeta welat bike.
Di derbarê pêvajoya Sûriye ku mijareke dinê civîna Serok Barzanî û Wezîrê Derveyê Holanda bû, Serok Barzanî ragihand ku ewê ji bo Herêma Kurdistanê cihê girîngiyê ye eweye ku pêwîste paşaroja Sûriye bikevê destê yedekeke demokratî û her wiha li Sûriye û paşarojê de mafên gelê Kurd berçav bigre û divê êrîş û tehdîda rêdana tundî û terorê jî li Sûriye û bandorên wê ya li ser herêmê li ber çav bigre. Wezîrê Derveyê Holanda ji bilî piştrastkirina axaftinên Serok Barzanî hêmaya bi metirsiyên teror û înkarkirin û bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê de û bi pêwîstî zanî ku encamderên bikaranîna çekên kîmyayî bêne dadgeh kirin û eve jî ragihand ku gelê Kurd ji her gelekî din zêdetir metirsî û êş û janên bikaranîna çekên kîmyayî têdigihin. Di derbarê rûbirûbûna teror û bikaranîna çekên kîmyayî Serok Barzanî bi şanda mîhvan ragihand ku teror û tundî û kuştina mirov bi hemû awayekî dijî peyama aştîxwaz û mirovdosta îslam û tekstên pîrozên kitêbên asmaniyan û qurana pîroze û ji holê rakirina terorê jî pêwîstî bi hewlekî hemû aliyên civaka navdewletî heye. Her wiha gelê Kurdistanê jî ku ew bi xwe mezintirîn qurbanên çekên kîmyayî bûye bi hemû awayekî li cîheke cîhanê de dijî bikaranîna wan çekane.