Li Tirkiyê di navbera salên 2009-2012 de 1.411 (hezar û çar sed û yanzdeh) jin hatine kuştin.
Muammer Guler Wezîrê Navxweya Tirkiyê bersîva pirsa pêşniyara nivîskî ya Mulkiye Birtane Parlementera Tirkiyê ya ji partiya BDP û ji bajarê Qersê da.
Guler da zanîn ku li navbera salên 2009-2012 an de ji ber sedemên doza xwînê, kuştina namusê û tundiya li nav malbatê de 1.411 jin hatine kuştin.