Polîtîk

Rewşa Suriyeyê û tesîra wê li ser deverê

Nêçîrvan Baezanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî roja duşemiyê li bajarê Hewlêrê, digel Frans Temermans wezîrê derve yê Holendayê û şandeya pê re kir.

Wezîrê derve yê Hoêlendayê ku, duhî bi serdaneke fermî gihiştiye Hewlêrê, kêfxweşiya xwe bi dîdara serokwezîrê kurdistanê nîşan da û di axaftinekê de, wî, baştirbûna têkeliyên navbnera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê, însiyatîva Nêçîrvan Barzanî bo serdana  Bexdayê, serdana Malikî û Hewlêrê û seroka Barzanî bo Bexdayê û xebatên ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û aşitiyê, bi piroseseke erênî wesif kir û bilind nirxandin.

Rewşa siyasî û meydanî ya Suriyeyê û tesîra wê li ser deverê û hatina dused hezar pebarên kurdên rojavayê Kurdistanê bo herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bû. di vê çarçoveyê de wezîrê derve yê Holendayê destxweşî li hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, deriyên xwe bi rûyê penaberan vekirine û kamp û ciyên vehewandinê jê re dabîn kirine û di warê tendirustî û perwerdeyê de alîkariya wan dike.

Wezîrê derve yê Holendayê behsa kurdistanê de demê borî de kir û behsa wan karesat û malwêraniya bi ser kurdan de hatiye kir û got ku, dema mirov li rabiruya Kurdistanê dinêre û ew hemû pêşkeftin, avadanî û xweşjiyaniya îro heye dibîne, mirov ecêbamyî dimîne û ew pêşkeftian herêma Kurdistanê mu`cîzeye. Wezîrê holendayî hêvî kir ku, deverên din yên Îraqê jî weke herêma Kurdistanê geş û pêşbikevin.

Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Holendayî tekîd li ser xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên di navbera her du aliyan de yên di warê aborî, siyasî, civakî û kulturî de kir, bi taybetî tekîd li ser giringîdan bi warê çandiniyê û beşdarîkirina kompaniyên holendayî di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de bikin.


Back to top button