Polîtîk

Barzanî: Girîng eweye li Kurdistanê de demokrasî serbikeve

Berî nîvroya îro dûşem 09.09.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Alfred Sîms Ports Konsolê nû yê Elmanya li Hewlêr kir.

Li hevdîtinê de ku Konsolê nû yê Elmanya bi mebesta xwe nasandina bi Serok Barzanî amade bûbû, xweşhaliya xwe ji bo rexsandina vê hevdîtinê û hatina xwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku pire li gengeşeya geşa siyasî û aborî û li hemû waran de. Her wiha Konsolê Elmanya xweşhaliya xwe jî bi wê yekê nîşanda ku li Herêma Kurdistanê geşbûneke gelek bi baş birêve diçe û welatê wan jî amadeye wan peywendiyên xwe pêş bixe ku li navbera Herêma Kurdistan û Elmanya de heye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Konsolê Elmanya amadehiya Herêma Kurdistanê, ji bo pêşxistina peywendiyên aborî û siyasiyên li gel welatê Elmanya ragihand. Di derbarê hilbijartina Parlemena Kurdistanê ku mijareke vê hevdîtinê bû Serok Barzanî got: “Ne girînge encama hilbijartina Parlemena Kurdistanê çawa bê û kî bibe, girîng eweye pêvajo bi awayeke serkeftî bê encamdan û demokrasî li Herêma Kurdistanê de serbikeve.” Her wiha di derbarê vê mijarê de Serok Barzanî xweşhaliya xwe jî bi Konsolê Elmanya nîşan da ku welatê wan wekî çavdêr beşdariya hilbijartina Parlemena Kurdistanê dikin û ragihand ku hebûna çavdêrên biyanî baweriyeke zêdetir dide pêvajoya hilbijartinê. 

Li vê hevdîtinê de Konsolê Elmanya balkişand li ser wê yekê ku welatê wan piştgiriyeke zêdetir dide Herêma Kurdistanê ku li Kurdistanê de bingehên demokrasî û parastina kemayetiyan û mafên mirov bêne bihêztir kirin.

Li beşekî dinê hevdîtinê de ku taybet bû bi Kongreya Neteweyî ya Kurd Serok Barzanî peyama aştîxwazaneya Kongreyê ji bo Konsolê Elmanya şîrove kir û got: “Armanca Kongreya Neteweyî eweye gelê Kurd gotareke yekgirtî hebê û peyama aştîxwazî û pêkvejiyanê û dûrketina ji tundutîjiyê ji bo gelên herêmê û cîhanê bişîne û ji cîhanê re jî bibêje em jî wekî her gelekî din xwedî mafîn.

Pirsa koçberan û siyasiya herêmê û bi taybetî qeyrana Sûriye û Rojavayê Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Back to top button