Duhî li bajarê Stokholmê, instituta wergêr û wergerandinê li zanîngeha Stokoholmê ji bo nasandina kitêba (ferhenga swêdî-kurdî bo tercimanan) civînek saz kir.

Di civînê de hijmareke kesatî, rewşenbîr, rojnamevan, wergêr û mamasteyên zanîngehê ji kurd û swêdiyan amadebûn. Yên ku amade bûyîn di civîna nasandina ferhengê de bi nameyên taybet hatbûn vexwandin.

Di destpêka civînê de berpirsa pirojeyê amadekirina (ferhenga swêdî-kurdî bo tercimanan) Morena Azbel Schmidt behsa xebatên amdekirina ferhengê kir û got:
– Me çar salan li ser (ferhenga swêdî-kurdî bo tercimanan) kar kir. Gelek zehem di rêya me de hebûn. Ev feheng bi her du zaravayên serke yên kurdi; kirmanciya jorî û ya jêrî hatiye amade kirin. Bi du lafabaya, em dikarin bêjin bi sê alfabaya; swdî, soranî û kirmancî. Ferhenga zimanekê bê dewlet.
Moren got jî ku di anva wan çar salan de wan careke serdanan herêma Kurdistanê kir û wê serdanê gelek alîkariya wan kir.

Mizefer Kara yek ji serperiştên grupa amadekirina ferhingê ji Rojevakurd re got ku grupa amadekirina ferhengê ji 5 kesan pêkdihat. Ji blî ku gelek mamosteyên zimanî, dixtor, rojnamevan û kesatiyên kurd ji her du zaravayan alîkariya me dikir.

Kirmanciya ferhengê ji aliyê Newzad Hirorî berprisê kitêbxaneya kurdi y ali Stokholmê û Şefîq Kaya mamsteyê zinamê kurdî ve hatiye redektekirin.

Rûpelên ferhengê bi ser sê stûna da hatine dabeşkirin; li nêvê swedî, li aliyê çepê soranî û li aliyê rastê jî kirmancî. 

Ev ferheng taybet ji bo tercimanan hatiye amade kirin û ew heta nuha bi 13 zimanan, dinav de; erebî, tirkî, farisî, rusî, almanî, îngilîzî û çendên  hatiye weşandin.

 

ferheng4_591593887.jpg

 

ferheng1_762931850.jpg

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: