Civak

Ev malbat bi bombeyên firokeyên Tirkiyeyê wêran bû

Duhî firokeyên şerî yên Tirkiyeyê di êrîşeke hovane de bo ser herêma Kurdistanê li gundê Bolê ser bi sinceqa Piştderê 7 hevwlatî ji malbatekê bi navên: Hisên Mistefa Hesen (malxê malê), Mêrê Hacî Mame (dayika malê), Rêzan Hisên Mistefa (34 salî), Solîn Şemal Hesen (4 salî), Sonya Şemal Hesen (6 mehî), Zana Hisên Mistefa (11 salî) û Oskar Hisên Hesen (10 salî) şehîd kirin.

Her duhî termên wan 7 hevwelatiyan li Raniyeyê hatin veşartin û di merasima veşartina termê wan heft şehîdan de, xelkê toreyê Kurdistanê alaya Tirkiyeyê şewitand. Ew şehîd ji malbatekê bûn û erebeya wan ket ber agirê firokeyên tirk û hemû di nav erebeyê de şewitîn.

Weke tê zanîn çend rojeke forkeyên Tirkiyeyê bi awayekî berdewam û hovane êrîşan dibe ser gund û warên ser sînor di nav axa herêma Kurdistanê de.

 balabata____ewiti_808153227.jpg

Back to top button