Polîtîk

Kerkûkî: Divê Tirkiye demildest êrîşên xwe rawestîne

Serkê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî  ji Tirkiyeyê xwest ku, demildest bombebarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bide sekinandin û bang li hikûmet û parlamentoya Iraqê jî kir “li hember vê bûyerê helwest nîşan bidin.”

Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê, li salona parlamentoyê, di preskonferensekê de  ji rojnamevanên Kurdistanê û biyanî re helwesta parlamentoya Kurdistanê li hember êrîşên Tirkiyeyê diyar kir û got:
–  Çend rojeke Tirkiye deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê dide ber bombeyan û duh jî, ji ber bombebaranê, 7 welatîyan canê xwe ji dest dan.
– Em  êrişên firokeyên Tirkiyeyê bo ser herêma Kudistanê şermezar dikin û li gorî me, şêwazên wiha, arîşeyên navxwe yên Tirkiyeyê çareser nake. Encamdana bordûmanê jî, li dijî yasa û pîvanên ayînî, navneteweyî û binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye.
Kemal Kerkûkî bang li parlamento û hikûmeta Iraqê kir  ku, li hember bombebarana deverên sînorî yên Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve helwest nîşan bidin û got: “ Divê hikûmeta Iraqê hemû hewlên xwe bo ragirtina van êrişan bi kar bîne.”

Serokê parlamentoya Kurdistanê herwesa got jî ku hikûmet û parlamentoya Kurdistanê qebûl nakin  xaka herêma Kurdistanê  li dijî welatên cîran bê bikaranîn û “em nahêlin tu hêzek li ser xaka herêmê êrişî welatên cîran bike.”
Kerkûkî got:
– Ev êrîşên Tirkiyeyê bo ser herêma Kurdistanê li dijî welatekî tên kirin ku di Nteweyên Yekgirtî (NY) de endam e. herwesa ew êrîş binpêkirina mafê mirovî û qanûna navdewltî ye. Lewra dive civaka navnetewî li hemebr êrîşn Tirkiyeyê bêdeng nemîne.

Serokê parlamentoyê daxaz ji xelkê Kurdistanê û Îraqê kir ku bi debgekî bilind êrîşên balefirên şerî yên tirkî şermezar bikin û divê li ser astê hemû diyayê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan  yekdengiyek dirust bibe.

Back to top button