Nûçevaniya kurdî û rastnivîsa nûçeyê

Em di serdemeke wiha de dijîn ku, ragihandin û agahdarbûna ji bûyer û çalakiyan bi saya teknolojiya hemdem ango bi taybetî jî bi rêya înternetê gihîştiye qonaxa xwe ya herî bilind. Ev jî rê dide me ku, em karibin bi awayê lezgîn xwe bigihînin her cure agahî û nûçeyan.

Mafê agahdarbûna ji bûyer û çalakiyên curbecur, êdî li her deverê Cîhanê wek rêgezeke rojnamevanî mafekî rewa yê mirovan e. Ji ber ku, mafê ragihandinê wek mafekî rewa yê mirovan tê hesibandin, ji xeynî saziyên taybet ên ragihandinê dewlet bixwe vî barî hildigirin ser xwe û saziyên xwe yên wek TV, Radyo, Rojname û Ajansên Nûçeyan bi fermî saz dikin ku karibin raya giştî ji kar û barên xwe û rûdanên din ên netewî û navnetewî agahdar bikin.

Helbet deshilatiyên dewletî û her wiha saziyên taybet jî bi van amûrên ragihandinê bi armanca polîtîkayekê û meşrûîyeta deshilatiya xwe tevdigerin. Lê êdî pîvanên ragihandin û belavkirina nûçeyan li seranserê Cîhanê diyar bûne û ev agahî jî bi rêstin û honandina hin hêmanan tên kirin. Ev hêmanên nûçeyê jî wekî çespandina objektîviya agahdarî û ragihandinê tên hesibandin ku, bêyî wan agahdarkirina raya giştî bi kêmasî û xeletî tê hesibandin.

Bersiva pirsên nav nûçeyê pêwistiyek e

Her ku, amûrên ragihandinê bi awayekî diyar û nediyar xizmeta hêlekê bikin jî, hin pîvanên vê agahdarkirinê yên jêneger hene. Ew hêman ji bo bireseriya agahiyê pêdiviyek in û dema nûçeyek bê nivîsin, bi awayekî jixweber ew hêmanên ku ji bersivandina çend pirsên bingehîn pêk tên, di nav wê nivîsê de cihê xwe digirin. Wek tê zanîn bersiva hin pirsan ji bo nûçeyekê pêwist e û ev jî wek pîvana rojnamevaniya Cîhanî hatiye danîn.

Ev pirs ‘Çi, Çima, Çawa, Kengî, Kî/ê, Kuder’ ango bi tîpên xwe yên serî li gor Kurdî 3Ç+3K ne û hewceye di nav nivîsareke nûçeyî de bersivên wan cihê xwe bigirin. Dema bersiva hin ji van pirsan di nûçeyekê de tune be, ev wekî kêmasî û xeletî ye.

Lê di amûrên ragihandinê yên mîna malperên nûçeyan ên înternetê, rojname, radyo û TV ku weşana xwe rojane dikin hin caran ji ber ku nûçe bi awayê lezgîn û yekser tên weşandin pêdivî bi dema bûyînê namîne. Ango saet û roj di nav nûçeyê de nayê danîn. Lê ji bo 5 pirsên; Çi, Çima, Çawa, Kuder, Kî/ê ev yek derbas nabe û ew weşan neçar in van agahiyan di nav nûçeya xwe de bidin.

Dema em werin ser weşangeriya bi zimanê Kurdî ya nûçevaniyê bêpîvaniyek heye ku, pirî caran gelek pirs bê bersiv dimînin di nûçeyan de. Ev jî nûçevan an jî weşanger ji agahdariyên rastîn dûr dixe û di têgihîştina bûyerê de di serê xwendevanan de pirsên bê bersiv dihêle.

Şîrove û nirxandinên nav nûçeyê pêbaweriya weşanê dixe xeterê

Kêmasiyeke din jî pirî caran weşanên kurdî di nav nivîsarên xwe yên nûçeyî de, bûyerê şîrovê dikin û balê dikişînin ser binhişiya karakterên nûçeyê. Li şûna vê heger em bikin jî, encex em karibin raboriya karakterê xwe bi agahiyên rastîn bi bîr bixin, heke na şîrove û nirxandinên me wê me ji rastiya agahdarkirinê dûr bixin. Ku rojnamevan û nûçegihan bi vî awayî tevbigerin, îro nebe sibe pêbaweriya wan dibe mijara şik û gumanan.

Ango nûçe bi serê xwe ne helwestek e, lê bijartina nûçeyê û bi mûçingê derxistina pêş a mijarekê helwesta weşanger diyar dike. Lê ev jî nayê wê wateyê ku, nûçegihan xwe ji rastiyên pîvanên Cîhanî dûr bixe.

Tenê mirov dikare bêje ku, dema kesek bixwaze nivîseke li ser bûyer an jî kesayetiyekî/ê binivîse dikare bi awayekî azad fikrên xwe derheqê wî/ê kesî/ê de vebêje. Lê dema ev nivîsar nûçe be, li gor pîvanên rojnamevanî qet nikare şîrove û nirxandina xwe di nav nûçeyê de bihonîne û vê jî wekî bûyînekê pêşkeşî raya giştî bike.

Nûçevaniya li ser wergerê xizmeta Kurdî nake

Dîsa yek ji kêmasiya tekstên nûçeyî yên Kurdî jî,  wergera nûçeyan e. Bi taybetî li nav kurdên Tirkiye, bi Kurdî nûçe nayên nivîsandin, lê bi kurdî jî tên weşandin. Wergera nûçeyan bi xwe re xavbûnekê tîne û gelek peyvên ji zimanên din tên wergerandin jî pirî caran li gor mantiqê kurdî şûna xwe nagirin. Ji bo herikbarî û hişmendiyeke rastîn a nûçeyê divê nûçe bi zimanê weşanê bê nivîsandin, heke na dema pêşî bi tirkî binivîse û paşê car din wergerîne kurdî ew nûçe gelek tiştan ji xwe winda dike.

Heger bi vî awayî ango bi awayekî prensîb nûçevanî û tekstên ragihandinê tim ji zimanên din bên wergerandin wê tu xizmetê li zimanê kurdî neke,  nûçegihanên kurdînivîs wê zêde nebin û wê rastnivîsandina nûçeyan jî pêş nekeve.  Wek mînak em bidin, niha Ajansa Nûçeyan a Kurdistan (AKNEWS) û Ajansa Nûçeyan a Firat (ANF) di vî warî de pir qels dimînin û li şûna gihandina peyamnerên bi kurdî binivîsin, ji wergeran sûde werdigirin û ew xavîtiya em qal dikin jî di gelek nûçeyan de xwe dide der.

Mixabin dema em bi giştî li ser rojnamevanî û nûçevaniya Kurdî ku niha tê kirin bifikirin, him ji aliyê teknîkî ve him jî ji aliyê xwe yê pêbawerbûnê ve gelekî paşmayî ye. Her ku helwest û polîtîkayên weşanê ji hevdu cuda bin jî, dema em li ser weşanên latînî Kurdî bifikirin, ji xeynî hêmanên teknîkî ku me bi kinahî qal kir, em dikarin bêjin ku, ji bo pêşxistina nûçevaniya bi zimanê kurdî hê pir dem divê.

 

SALIH Turan

 

(Nûçexane)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: