DosyaNivîsar

Ez bawerim wê Barzanî xewna gelê Kurd mîaser bike

Nivîskar Dr.Eskerê Boyîk,  bersiva pirsa Rojevakurd da û got: Bira weletê cihanê tev bizanbin heta pirsa Kurd çareser nebe așîtî nayê ne vê Devera Rojhilata Naverast ne temamiya cihan ê. Pirs:“Devera Rojhilata Naverast ber bi guhertinên mezin diçe û divê demê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xebatên xwe yên ji bo encamdana referandumê û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanî çir kirine. Gelo helwesta we li hember pirojeyê serokê Kurdistanê, avakirina dewletek serbixwe çiye?  Hûn xebatên serok Barzanî yên ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê çewa dinirxînin?” Dr.Eskerê Boyîk:Heta Kurdistan nebe dewleteke serbixwe, tu pirsgirêkên gelê kurd çareser nabin. Gelê  timê di dorpêça neheqyê, xezebê, șer – dewa û komkujiyan da be. Kê ji mala xwe rabe wê neheqyê – heqeratê vî gelê qehreman û bê pișt bike…Ji peymana Qesra Șîrin (1639) girtî heta îro dagerkiran û alîkarên wan bi șûrên xwe yê neheqiyê û zulmê weletê Kurdan qet-qetî, par-parî kirine, nehîștine Kurd çavê xwe vekin, yekîtya xwe çêkin, pakî bibine netewke hevgirtî, perwerda xweye netewî bimeșînin.Ji wê roja nelet bawarkî çar sedsal derbaz bûne, li wan çar sedsala da tiștekî xêr vî gelî ra çê nebûye : bindestîtî, șûndamayîn, nexwendîtî, dutîretî, xiyanet, nakokiyên navxweyî, olperestiya sexte, qetlyam, qetlyam, qetlyam.Ciqas gel ber xwe daye ewqas xûn rijyaye.Raste, çi zulm û weșîtî dest dagerkiran hatiye welatê Kurda da meșandin e, çi fêl û fen karibûne kirine  lê nikaribûne vî gelî, vî welatî  ji hev biqetînin, di pașla xwe da undakin, kerr-bêdeng bikin, bikin yê xwe.Pirsgirêka vî șerê xezeb, vê neheqiyê jî ku di Devera Rojhilata Naverast da dimeșe dîsa pirsgirêka Kurdn e, dîsa weșîtya dagerkirên Kurdistane ye dijî hișyarbûna gelê Kurd. Dagerkir her tiștî dikin, ku gelê kurd tune bikin, Kurd nikaribin ji xwera çareserîkê bibînin. Dijî kurda hêza xwe dikin yek.DEȊȘ çêkirin berî cane Kurda dan.DAȊȘ çêjika Tirk, ereb û ecem e…Berpirsê komkujiyê  Șengalê û Kobaniyê dagerkiên Kurdistanê ne.Eger gelê Kurd ranebya DAȊȘ ê cihan biherimanda û kê zane çend sedsala  cihanê dêst da bizarya…Dewletên dagerkir bin piyê DAȊȘ ê da bê hêz û bê ruh bûn,  gelê kurdî bê dewlet, bê çek-sîlih, bê leșker, rabû bû leșkerê azadya welatê xwe DAȊȘ qels kir.Vî halî da dîsa dagerkir naxwezin mafekî sivik bidine gelê Kurd.Bira weletê cihanê tev bizanbin heta pirsa Kurd çareser nebe așîtî nayê ne vê Devera Rojhilata Naverast ne temamiya cihan ê.Heta roja îro jî payê rêvabir û serokên kurdan yê pirê çareserya pirsgirêkê, ji vê zulm û xezeba dagerkiran xilazbûna gelê Kurd ne di serxwebûnê lê “bi hevrajiyanê”,  biratya bawaryê,  wa gotî wekehevyê, dêmokirasyê û nizanim çî xewnerojka da dibînin, bi wan xiyalan hin xwe, hin jî gel dixapînin…Niha jî payê rêvabir û serokê kurdan serwext nebûne ku biratya bi van dagerkiran ra derew e, di xweyî û xulamtiyê da rehm, wîjdan  nîne.Li ser erdê temamya Kurdistanê șere, gund û bajar wêranin, bi mîlyona kurd di welatê xwe da penaber û malwêran in, seda hezara kurd ji walatê xwe direvin ku serê zarokê xwe xilazkin, zarokê wan birçîna nemirin, êdî ez derheqa zulma Șengalê û Kobaniyê nabêjim…Di vî halî da kîjan serok û rêvabirê Kurd serxwebûnê, ji weșîtya dagerkiran xilazbûna welêt naxweze, berbi mala dagerkiran dibeze, alyê dagerkiran disekine ji wan alîkaryê dixweze bi rastî jî mirov nizane çi navî wan bike.Ez nivîskar im. Min emrê xwe xerîbyê, penaberyê derbas kirye. Ȇșa bêwelatiyê min pir dîtye. Min ra li hev nihatye û lingê xwe jî hê navîtiye Herêma Kurdistanê.Temamya jiyana min da xewn û xiyalê min Kurdistaneke Serbixwe bûye. Sala 1967 a min ev helbest nivîsî. Reșnivîsara wê helbestê eve.Ez zanim Kurdistanê çêbe Azayî beyraqa wê be,Edlayî tifaqa wê be,Ez zanim Kurdistanê çê be.Tevê qelema wê be,Çevê alemê lê be,Ez zanim Kurdistanê çê be.Lawê kurd egîtê wê be,Iro be  yan sibê be,Ez zanim Kurdistanê çêbe. Ev ager agirê wê be,Barzanî serkarê wê be,Ez zanim,Zanim,û zanim Kurdistanê çêbe.29.01.1967 « Barzanî serkarê wê be »- derheqa nemir Mele Mistefa Barzanî dane…Wê dewrê me peyva « Serok » nizanbû, digotin serkar.Kubarîke mezin e, û ez bawarim ku lawê wî KURDÊ MEZIN Mesûd Barzanî wê xewna gelê Kurd mîaser bike. Ez bangî gelê Kurd yên heçar perçên KURDISTAN ê dikim, dora vî cwamêrî bicivim û serxwebûna welatê xwe ra bibin Pêșmerge… Dr. Eskerê BoyîkNivIskar11.09.2016  

Back to top button