Cîhan

Wezîrê bergiriyê yê Birîtaniyayê li Hewlêrê ye

Michael Fallon wezîrê bergiriyê yê Birîtaniyayê, êvariya roja çarşemê 21.09.2016ê, bi serdaneke fermî gihşte Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê û li firokexaneya Hewlêrê ya Navdewletî ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.Wezîrê bergiriyê yê Birîtaniyayê û şandeya pê re ku ji hijmareke şîretmend û fermandarên leşkerî pêk tê, di vê serdanan xwe de dê di gel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û berpirsên balayên herêma Kurdistanê bicive û rewşa deverê, şerê dijî terorê û çend mijarên din digel berpirsên herêma Kurdistanê gotûbêj bike.Heyeta pêşwazî li wezîrê bergiriyê yê Birîtaniyayê û şandeya pê re kirî, ji bilî serokwezîrê Kurdistanê, ji Kerîm Şingalî wezîrê navxwe û wezîrê karûbarên pêşmerge bi wekalet, Sefîn Dizeyî berpirsê ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Karwan Cemal nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Birîtaniyayê pêkahtibû.

Back to top button