Polîtîk

Demîrtaş: Rola cenabê Barzanî di piroseya aştiyê de gelekî girînge

Li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya  Selaheddîn Demîrtaş Hevserokê Partiya Demokratîka Gelan û şandekî li gel kir ku ji hejmarek Parlementerê HDP li Parlemena Tirkiye û şêwirmendan pêkhatibû.Di destpêka hevdîtinê de birêz Selahedîn Demîrtaş ji bo vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û pêzanînên xwe ya rola serkirdayetiya rêzdar ya li şerê dijî terorê û qurbanîdana Pêşmerge derbirî. Her li vê hevdîtinê de birêz Demîrtaş armanca şandê ya serdana Herêma Kurdistanê xisterû ku hewleke ji bo sazdana diyaloga li navbera hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê û ji bo eve jî projeyek amadekirine. Birêz Demîrtaş carekî din pesnê rola Serok Barzanî ya li piştevanî kirin û pêşxistina proseya aştiyê li Bakûr kir û ragihand ku çavê wan li wê yekê ye ku Serok Barzanî hewlên xwe yên ji bo destpêkirina proseya aştiyê bixe ger û wekî birayê mezin jî piştevanê projeya diyaloga di navbera aliyan bê û ragihand ku rola cenabê wî bandoreke mezin li ser serxistina vê hewldanê dibe.Hevserokê HDP li beşekî dinê axaftina xwe de balkişandiye li ser wê yekê ku ji bo serxistina diyalogê berpirsiyarî dikevê stûyê hemû aliyan û ragihand ku gencên Kurd li sengerên bergiriyê da axa Kurdistanê diparêzin, lê belê mixabin rola medyaya Kurdistanî li niha de ne li xizmeta birayetî û hemahengiya aliyên siyasiyan daye û serkirdeyan jî diêşîne û xelk jî ji vê zimanê bêzarin. Ji bo wê yekê pêwîste hengava yekema diyaloga aliyan li rêya guherîna zimanê axaftina medyayê bê û medya bixe xizmeta birayetî û diyaloga aliyan nekî wekî niha ku bûye beşek ji kêşeyan. Her wiha daxwaz jî kir hemû alî êdî li rêya medyayê ve li gel hevdû neaxivin, belkû rêya danustandin û diyalogê li ber bigrin.Paşê birêz Demîrtaş li dirêjahiya axaftina xwe de behsa kêşe û astengên li ber doza Kurdî kir û diyalog û hevkariya di navbera aliyên Kurdistaniyan bi take rêya pêwîst da zanîn.Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ragihand ku gelê Kurdistanê bi bêyî xwesta xwe hatiye dabeş kirin û ji bo mayîn û parastina nasnameya xwe şer kir û karî nasnameya xwe biparêze. Lê belê niha li qonaxa mîsogerkirina destkeft û berev pêşveçûna doza gelê xwe dayîn û ji bo eve jî pêwîstiya me bi aştiyê heye neku şer. Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku eger berê gileyiya me ji zilhêzan û dewletan hebê, niha dema eweye gileyiyê li xwe bikîn.Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de wê yekê behskir ku encama şer malwêranî û kavilkariye û hindî rojekî şer zûtir bê ragirtin baştire û li kar û qazanca hemû aliyeke û ji bo serxistina aştiyê jî pêwîste hemû aliyek palpişt û hevkarê hevdû bîn. Tekez jî kir ku amadeye bi navê destpêkirina proseya aştî li Tirkiye yarmetîder bê û li hîç hewlek de kêmasî nake. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ji bo nêzîkkirina aliyan hewleke zêde daye û ewê ji destê wî hatiye kiriye û niha jî bi tevahî piştgîriyê li van hewlên wan dike.

Back to top button