HDP li Hewlêr dibe Kurdistanî !

Heyeta HDPê di serokatiya Selahattin Demirtaş de gihat Hewlêra paytextê Kurdistanê.Waliyê Hewlêr pêşwaziya heyeta HDPê kir. Biryare danê êvarî ji aliyê seokê Kurdistanê Mesud Barzani ve bêne pêşwazikirin.HDP wê li gel partî û aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê hevdîtina pêkbîne û çend rojan li Başûr dimînin.Li ser serdana heyeta HDPê gelek şiroveyên cuda têne kirin. Wek tê zanîn HDP girêdayê siyaseta PKKê dijberîyek  mezin li dijê serokê Kurdistanê û PDKê dike.Di derbarê helwesta Barzani de nûçeyên derew belav dikin û dezenfarmasyonek gelek bi zanebûn li dijê siyaseta serokê Kurdistanê didin Raya Giştî.Herweha ev dezenfarmasyon gihan hedeqî ku gotin ; pêşmerge jî li gel artêşa Tirkiye ketine Cerablusê.Bi dehan derew û propagandeyên din.Yanî di dijitiya serokê Kurdistanê de sinor li ba PKK/HDPê tuneye. Hinek vê yekê wek siyaset nav dikin. Lê ne raste ew siyaseta dijitiya nirxên netewî bê kirin, ne siyasete û dijberiyek mezine.Gelo dê serokê Kurdistanê vê helwesta çewt ya HDPê û derewên ku dikin bînê rojevê yan na? ev yek pirsek girîng e.Ji aliyê din ve tê zanîn ku di bandora hukumeta Îranê de eniyek li dijê hewldanên Barzanî ya ji bo serxwebûna Kurdistanê hatiye avakirin. Ev enî ji Hukumeta Bexda, PKK, Goran û ji beşek YNKê pêktê. PDK vê yekê ji hemû aliyekî zêdetir dizane.Gelo hevdîtinên di navbera HDP û PDKê de bê kirin dê ev babet werin rojevê yan na?Gelek pirs  di vê serdana HDPê de hene ku bêne kirin. Lê ev seredan wek menevrayek siyasî ye ji aliyê HDPê ve tê kirin. Wek gelek cara ji berî niha.Di heyeta HDPê de;  Fatma Kurtulan, Nadîr Yildirim, Osman Baydemir, Besîme Koçan, Îmam Taşçier û Celal Dogan cîh digrin.Ev jî balkêşe.

Nerîna min :