PKK li Kurdistana Başûr li ser daxwaziya Ebadî tevdigerê

Hinek çekdarên PKKê li ser daxwaziya hukumeta Iraqê lidevera Kerkuk cih bûne.Di rastiya xwe de bereyek veşartî di navbera PKKê, tevgera Goran û hukumeta Bexdayê de li ser daxwaziya Îranê hatiye avakirin.Berpirsek yê HPGê Selîm Zîlan di kongireyekî rojnamevanî de li gundê Newaflî li başûrê Kerkûkê ragehehand ku, ew li ser “Daxwaza gel” hatine başûrê Kerkûkê, Germiyan û Celewla û Heyder Ebadî ji wan xwestiye ku şerê DAIŞê bikin û got: “Em li ser daxwaz gel hatine başûrê Kerkûkê, em mil bi mile Pêşmerge şerê DAIŞê dikin, heta niha me hejmarek şehîd hene û me serkeftinên mezin bidest xistine.”Komîteya Ewlekariya Kerkûkê roja 18.09.2016 di daxuyaniyekê  hebûna HPGê li sînorê Kerkûk red kir û ragehand: “Bi tenê Hêzên Pêşmerge, Asayiş, Polîs û hêzên emnî û istixbaratî li parêzgeha Kerkûkê hene û di bin fermana Serokê Komîteya Emnî Necmedîn Kerîm ku di hema demê de parêgarê Kerkûk û endamê polêtburoya YNKê ye.”Ev yek jî dide xûyakirin ku beşek ji YNK bi awayek veşartî li ser daxwaza Îranê hukumeta Bexdayê ve hatine girêdan û li gora vê jî siyasetê dikin.Berpirsê PKKê vekirî dide xuyakirin ku ew li ser daxwaz a Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê hatine devera Kerkukê. Herweha berpisê PKKê dide xuyakirin ku Ebadî jib o şerê li dijê DAÎŞê daxwazi ji PKKê kiriye ku werin Kerkukê. Gelo sibe Ebdaî berê PKKê bide hêzên Kurdistanî dê helwesta PKKê çibe?  Dê daxwaziya Ebadî bi cih bînin.Di bigehê xwe de, Bexda û Tehran hevbendiyek di navbera beşek ji YNKê, Goran û PKKêde pkanine û ji bo dema pêwistbe li himber ragihandina dewletek Kurdistanî bibin asteng. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: