CîhanPolîtîk

Hevkariya Malikî, Goran û beşek YNKê diyar bû

Parlementoya Iraqê di derbarê wezîrê Maliya Iraqê Hişyar Zêbarî de dengdanek pêkanî û baweriya parlementoyê ji Zêbarî kişandin.Bi awayek din di derbarê Zêbarî de “gen soru“ hate dayin û ev yek hate pejirandin. Niha li himber vê yekê Zêbarî serî li dadgeha bilind a qanunî daye.Hişyar Zêbarî bi navê kurda demek dirêj wezîrê derve yê Iraqê bû. Hilbijartinên dawî de Zîbarî bû wezirê Maliya Iraqê. Hişyar Zêbarî endamê Mekteba Siyasî ya PDKê ye.Ji berî demekî heetek hevbeş a Goran û YNKê serdana Bexda kir û li gel partiya Malikî û Malikî civîn pêkanîn. Di van civîna de pirsa PDKê hate rojevê .Piştre Malikî serdana Silêmaniyê kir û li gel van herdu aliyan civiya.Armanca Malikî ewbû ku bi destê kurda rê li serxwebûna Kurdistanê bigre û di vê prêsesa serxwebûnê de destê Mesud Barzanî aloz bike.Beşek YNK û Goran bûn piyonê vê leyiztikê. Herweha gava yekem xwestin PDKê ji dethilata Bexdayê dûr bêxin.Pirsa Zêbarî li ser daxwazî û hewldanên Nuri Malikî hate parlementoyê. Di parlementoyê de li gel partiya Malikî beşek ji parlementerên kurd jî dijê Zêbarî deng dan.Li himber Hişyar Zêbarî, Gorran, Komeleya Islamî, Yekgirtû Islamiyên Kurdistanê ligel nîvê endamên firekesyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) deng dan.Dê ev yek çewe bandora xwe li siyaseta navxwe ya Kurdistanê bike rojên li pêşiya me de diyar dibe.

Back to top button