Birîtanya arîkariya Kurdistanê dike
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Michael Fallon Wezîrê Berevaniya Birîtaniyayê û şandeka dîplomasî û serbaziya pê re kir.Fallon spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge kir ku bi zîrekane hemû pêkhatiyên Kurdistanê û prensîpên mirovî diparêzin û êrişên terorîstan têk şkandine.Di civînê de bal kişandine ser operasiyona rizgar kirina bajarê Musilê û pêdagirî li ser vê yekê kirin ku Pêşmerge dikare roleka bi bandor li vê operasiyonê hebe.Wezîrê Berevaniya Birîtaniyayê xuya kir li ser meşq û fêrkirina serbaziya Pêşmerge berdewam dibin, ku hemahengî navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bervaniya Birîtaniyayê heye, her wiha behsa hebûna hijmereka zêdeya koçber û penaberên destê terorê li Herêma Kurdistanê kir ku bargiraniyek ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê çê kiriye û pêşbînî dihê kir li dema rizgar kirina bajarê Musilê, hijmara koçberan gelek zêde bibe û civaka navdewletî haydarê vê pirsê ye. Lewma hewla alîkariyê didin.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi spasî kirina vê serdanê xuya kir Birîtaniya ji bo alîkarî kirina Pêşmerge xemsarînekiriye û spasiya hatina şandên bilindên Birîtaniyayê ji bo Herêma Kurdistnaê kir û daxwaz kir birîtaniya roleka berçav ji bo dan û stanên navbera aliyan hebe ji bo amade kirina pilana piştî rizgar kirina bajarê Musilê ji terorîstên DAIŞê û parastina mal û halên hemû pêkhatiyên netewî û oliyên deverê.Amaje bi vê yekê jî da ku li vê dawiyê têkiliyeka baştir û bihêztir navbera Hewlêr û Bexdayê heye û hijmarek civînên bilindên serbazî navbera her du aliyan hebûye ji bo berhevkirina pilana operasiyona rizgar kirina bajarê Musilê bi hemahengî tevî hevpeymanan. Pêdagirî li ser vê yekê jî kir her çend bi rêya rêkxistinên Neteweyên Yekgirtî alîkariya koçberan hatiye kirin, lê pêşbînî dihê kirin digel destpêkirina operasiyona Musliê hojmareka zêdeya welatiyên sivîl bihêne Herêma Kurdistanê, lewma divê civaka navdewletî haydarê vê yekê be û gavên pitir ji bo alîkarî kirina koçberan bihavêje.Nêçîrvan Barzanî her wiha amaje bi têkiliyên kevnar û bihêz navbera Herêma Kurdistanê û Birîtaniya kir û pêdagirî li ser vê yekê kir ku çavrê dikin Birîtaniya li hemû waran alîkariya Herêma Kurdistanê bike, bi taybetî ku niha Herêm birhingarê hijmarek qeyranan bûye.