Demîrtaş rola Nêçîrvan Barzanî ji bo pêvajoya aştiyê giring nirxand
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja pêncşemê 22.09.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwzaiya şandeya HDP ya bi serokatiya Selahedîn Demîrtaş hevserokê giştiyê HDP û endametiya Osman Baydemîr û hijmarek parlemanter û şêwirmendên HDPê kir.Demîrtaş behsa armanca seredana xwe ji bo başûrê Kurdistanê û hevdîtina tevî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku pêşdestiyek e ji bo destpêkirina diyalogeka berfireh navbera aliyên kurdistanî ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan û çawaniya berhingarbûna rewş û pêşhatên niha yên deverê û bandora wan bo ser pirsa kurdî li parçeyên din yên Kurdistanê.Hevserokê HDPê got ku diyalog û jjhevtêgihiştina navbera aliyên kurdistanî li hemû parçeyên Kurdistanê û bi hev re kar kirin û amadekarî ji bo çawaniya serederîkirin tevî rewşa deverê, pêgeha kurd li deverê bihêztir dike û metirsiyên li ser gelê kurd kêmtir dike. Pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku HDP dest bi pêşdestiyê ji bo destpêkirina diyaloga navbera aliyên kurdistanî kiriye û hêvî xwest Ssrokwezîrê Kurdistanê piştîvaniya vê pêşdestiyê bike.Serokwezîrê Kurdistanê bi germî bi xêr hatina Demîrtaş û şandeya pê re kir û piştîvaniya xwe ji bo pêşdestiya HDPê xuya kir û hêviya serketinê jê re xwest. Serokwezîr pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku hebûna diyaloga navbera aliyên siyasî nakokî û aloziyan kêm dike û her wiha bi kiryareka pêwîst ji bo berhingarbûna metirsiyan û rewşa niha ya deverê da zanîn û piştîvaniya xwe û Hikûmeta Kurdistanê ji bo her pêngaveka ji hev têgihiştin û destpêkirina doyalogeka bi berhem navbera aliyan nîşanda û bi karekê erênî daye zanîn.Di civînê de, behsa hewldan ji bo destpêkirina piroseya aştiyê li Tirkiyeyê hate kirin, div ê çarçoveyê de Demîrtaş rola Nêçîrvan Barzanî ji bo pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê giring nirxand û daxwaz kir wek caran li ser hewlên xwe berdewam be ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê li Turkiyeyê û piştîvanî kirin ji çareseriya aştiyeneya pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê.Nêçîrvan Barzanî xuya kir ku pirsa kurdî li Tirkiyeyê tenê bi rêya aştî û diyalog û jihevtêgihiştinê dihê çareser kirin û çek nikare çi pirsgirêkekan çareser bike û xizmeta çi aliyekê nake, her wiha pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku ew wek caran piştîvaniya pirosêsa aştiyê dike.