Nivîsar

Ev şerê kî ye?

Çekdarên PKKê li başûrê Kurdistanê êrîşê bingeheka artêşa Tirkiye kir û di encam de navbera hêzên Tirkiye û PKKê de şer derket. Tirkiye bi heceta vê êrîşê,dest operasyonekî li başûrê û rojavayê Kurdistanê kir. Li gora daxûyaniyan di encama vî şerî de heta niha, 12 leşkerên Tirk û19 çekdarên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Di vî şerî de kî çend ji kijan aliyî kuştine ne gelekî girîng e û ne delîlek serkeftinekiye. Ji berî her tiştekî gerek mirov bipirse; Gelo ev şerê çiye? Gelo ev şerê kîye? Eger mirov bersiva van herdu pirsan berfirehî bide, dê rastî û armanca vî şerê bê wate derkeve holê.

Li Tirkiye dema cenazeye leşkerekî tê, aliyên siyasî dikin malzemeyeka propagandeya siyasî. Bi roja medya Tirkî li ser bûyerê disekine, bernameyên taybet çêdikin û hestên nijadperestî belav dikin û hewldidin dijminatiya Kurda bêxin mejiyê her hemwelatiyek Tirk de. Yanî di rastiya xwe de eger feydeyeka vî şerî hebe Tirk feydê jê dibinin û kurd xusarek mezin dibinin.
Pirsek din heye, Gelo PKK şerê dijê dewleta(!) Tirk ji bo çi li başûrê Kurdistanê dike û ne li bakurê Kurdistanê vî şerî dike? Ev yek belkî sira herî mezin di tûgihandina wateya vî şerî de veşarti ye.

PKK şer gur dike, li DEM doza aşitiyê dike. Ev yek ne nakokiyek herî mezine? Bila kes hewlnede siyaseta ku îro ya DEM û PKKê ji hev cuda bike. Eger hinek cara DEM gavna bavêje ku, mirov erênî binirxîne jî, ne cihê baweriyê ye tektikekî siyaseta PKKê ye.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, PKK û hemû rêxistin partiyên girêdayê PKKê, di mijû moranê de, di avên şêlo de siyasete dikin. Eger aramîyek hebe, xelk dengê şer û çalakiyên çekdarî neke û di nava aramiyekî de civak li ser pirsgirêkên civakî û siyasî gotubêjan bike, rewşa PKKê û derdora wan têk diçe. Ew naxwazin insan bi awayek rêkûpêk bifikirin. Jiyana wan a siyasî li ser propagandeyên derew û dezenfarmasyona hatiye avakirin.

Ev şerê ku di vê pêvajoya hilbijartinên herêmî de tê kirin, ji metirsiya winda kiran dengen PKKê li bakurê Kurdistanê ne. PKK tene bi şer û çalakiyên çekdarî hewl dide tirsekî bêxe nava civakê de.

Li vê dere pirsa bingehîn derdikeve hole. Gelo PKK xizmeta kî û ji bo çi dike?

Îro tene li başûrê Kurdistanê destkeftiyên heyî hêviyeke ku, berbi dewletbûnê ve herê. Sedema  ku ev şer li başûrê Kurdistanê rû dide bi tene hewla astengkirina dewletbûna Kurda ye.

24.12.2023

Nêrîn/Şirove

Back to top button