Sê dadwerên Dadgeha Pêdaçûnê ya Kurdistanê dê dest bi kar bikin

Serok Nêçîrvan Barzanî dadwer Casim Ceza Cafer û Dadwer Casim Mihemed wek dadwerên nû yên Herêma Kurdistanê destnîşan kirin, Mad Mistefa û dadwer Tahir Elî Hesen wek endamên Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê sond xwarin.
Di merasimê de ku Serokê civata dadwerî, cîgirên û serdozgerê giştî jî tê de amade bûn, piştî merasima sondxwarinê, Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li dadweran kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û tekez li ser vê yekê kir ku piştgîriya xwe ya tevahiya bo serxwebûnê ya dadwerî û dadgehan diyar kir, daxûyakirin ku, divê dadwerî cîbicîkirina dadweriyê û herwiha ewlekarî û baweriya welatiyan dabîn bike.
Di çarçoveya giringîdana bi saziya dadwerî û dabînkirina pêwîstiyên dadweriyê de, li gorî xala şanzdeh ji benda 10 a yasaya Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê, hejmara sala 2005`an, li ser daxwaza Serokê Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî fermanek herêmî ji bo destnîşankirina her sê dadweran ji bo Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê derxist.