Ev hilbijartin Referanduma “ Referanduma Serxwebûna Kurdistanê “ ye…!
Ji bo pêşeroja Kurdistanê, ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê û ji bo parastina statûya Kurdistanê em divê dengê xwe bidin PDKê.
Dara Bilek
Li başûrê Kurdistanê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê çêdibin. Ev hilbijartin ji bo xaka Kurdistana Azad gelekî girîngin, belkî ji her demekî jî girîngtirbin. Ji ber ku ev hilbijartin bi awayekî bandorê li çaresnûsa statûya herêma Kurdistanê dike.
Eger ji hukumraniya partiyên siyasî behtir mirov di vê perspektîfê de berê xwe bide van hilbijartina, nirxandin û şiroveyên dibin jî dikarin bêre guhertin û hêdî ji serkeftina partiyekî girîngtir, statûya herêma Kurdistanê dikare bikeve xeterê de.
Ez li vê derê ne ku wesfê PDKê didim û hinek aliyên din tawanbar dikim. Lê rastiya bûyerên ku ji berî hilbijartina hatîn jiyandin heye. Em hemî dibînin ku, Bexda hewlek mezin dide ji bo statûya Herêma Kurdistanê zeyif bike û bi awayekî bê bandor bike. Li vê derê du aliyên serekeî derdikevin holê û qenc yan jî xirab rolekî dileyzin.
Yek jê PDK li himber kiryarên Bexdayê yên ku hewldide hukumraniya Kurdistanê zeyif bike derdikeve û mafên destkeftiyên herêma Kurdistanê diparêze.
Duyem YNK ji bo alozkirina rewşa herêma Kurdistanê li tenişta Bexdayê helwestê digre û dibe sedemek bingehîn ku, Bexda behtir ji bo ji navbirina destkeftiyên Kurda aktîv bibe. Bi awayek din YNK giliya Hewlêrê li Bexdayê dike.
Ji aliyek din di hilbijartinan de li hemî cêhanê du aliyên bingehîn derdikevin holê, Desthilat û Muxalefet. Lê dixweyê li Kurdistanê rewş cudaye. Aliyek hem desthilate û hem jî muxalefete. Ka gelo ev yek çewe dibe? Yên vê yekê dikin bi xwe jî nikarin bersiva vê pirsê bidin. PDK, û YNK herdu alî jî desthilatin û di hukumeta herêma Kurdistanê de bi hevre cih digrin. Serokwezîr ji PDKê ye û cîgirê serokwezîr ji YNKê ye. Gelek wezîr û postên hukumetê di destê herdu aliyan de ye. Lê YNK wek ku, muxalefete tevdigere û desthilatê tawanbar dike.
Îro pêvajoya Rojhilata Navîn têre derbas dibe gelekî zîz e û herdemî mimkine guhertin di erdnîgariya herêmê de bibin û her demî tewezina hêzan li herêmê dikare serûbinû bibe. Ev yek rasterast bandora xwe li Herêma Kurdistanê jî dike. Wek di serî de jî min gotî, pêvajoya li pêşiya me di van hilbijartinan de pêvajoya çarenûsa statûya Herêma Kurdistanê ye. Gerek bê ku aliyên siyasî û propagandeya tê kirin bifikirin, bê qeyd û şert ji bo parastina statûya heyî û destkeftiyên netewî bibin xwedî helwest û rengê dengê xwe bi bilîndî eşkere bikin.
Gerek biçekî behsa helwesta partî û aliyên siyasî li beşên din ên Kurdistanê jî bikin û çend pirsan bipirsin. Li rojavayê Kurdistanê rewş vekiriye û helwesta aliyên siyasî di hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de kifşe. Lê rojhilat partiyên Kurdistanî di vê derbarê de gelekî deng dernaxin. Gelo di van hilbijartina de dê helwesta wan çibe gelekî ne zelal e. Yan jî ji bo çi bê dengin?
Ji aliyek din ve li bakurê Kurdistanê helwesta DEMê vekiriye, helwesta PKKê çibe ya DEMÊ jî ew e. Ev babetek gelek taybete li vê nivîsê de behsê nakin. Lê tê zanîn ku, maka YNKê û PKKê rêve dibe heman serkaniye. Ji bo vê jî ne hewceye ku zêtir behsê bê kirin. Ji aliyek din ve gelek partiyên Kurdistanê li bakur li himber van hilbijartina bê deng û bê helwestin. Kurtahî vê bêjim, eger em di rastiyê de destkeftiyên başûrê Kurdistanê wek bîbûka çavên xwe diparîzin gerek helwesta me zelal be.
Îro di hemû Kurdistanê de demana dewletbûna kurda PDK ye. Ji bilî PDKê mirov nikare tiliya xwe hêzek din ve bike û bêje eve ev jî demana dewletbûna Kurdane. Mimkine hinek hêzên din li beşên din ê Kurdistanê dewletbûna kurda diparêzin û bernameyên xwe li ser dewletbûna kurda avakirine, lê rewşa ku bibin deman kêmasî îro tuneye.
Eger em wek kurd bixwazin statûya Herêma Kurdistanê bê parastin divê em dengê xwe bidin PDKê. Cardin dibêjim ne ji bo PDKê, ji bo pêşeroja Kurdistanê, ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê û ji bo parastina statûya Kurdistanê em divê dengê xwe bidin PDKê. Îro li başûrê Kurdistanê ji bilî vê tu bedîl tuneye.
Mimkine dema partiyek di desthilatê be gelek hêviyên hemwelatiya jê hebe, û mimkine hemwelatî di hinek waran de gazinda bikin, rexneyên wan hebin. Ev hemî gelek di cihdene. Lê dema em behsa çarenûsa Herêma Kurdistanê bikin û bikarin di vê qonaxê de bijin ku, xeteriyek li ser Kurdistanê heye û ji PDKê pêve tu rêyek din tuneye.
PDK ew partiyekê, ji aliyê Barzaniyê nemir ve ji bo parastina keremate neteweyê Kurd hatiye avakirin, Barzaniyê nemir jiyana xwe hemî ji bo destxistina mafên rewa yê miletê kurd terxan kir. Eger îro em behsa Herêma Kurdistanê dikin, Ala Kurdistanê li ser vê xakê bilin de, ev berhemên xebata Barzaniyê nemir e.
Barzanî bi jiyana xwe, pêşmergetiya xwe, bi diplomasiya xwe, nasandina civata miletê xwe û kesayeta xwe ya berz ji bo kurda û Kurdistanê Rêbazek avakir. Rêbaza Barzaniyê Nemir demana destxistina mafên neteweyî yê miletekî ye. Gerk em wek Kurd û PDK jî wek partî tu cara ji vê rêbaza pîroz muxalif nebe da ku nekevin di nava xeletiyan de.
Ji bo van sedemên bingehîn di van hilbijartinan de divê em bêjin PDK. Çewe di referanduma serxwebûna Kurdistanê de, li herçar beşên Kurdistanê û diyasporayê de Kurdan bi coşek mezin berê xwe dan Referandumê û pişgiriya wê kirin, gerek di van hilbijartinan de jî bi awayekê wek Referanduma Referanduma Serxwebêna Kurdistanê bibînin û welê tevbigerin. Bi rastî jî ev referanduma Referanduma Serxwebêna Kurdistanê ye.
Di referandumê de refên xelkê Kurdiustanê û aliyên siyasî kifş bî. Îro jî ew aliyên di referandumê de pasîf bûn, di van hilbijartina de jî di qada siyasî de behsa siyaseta xwe ya ji navbiran Herêma Kurdistanê dikin.
Bê guman li ser van hilbijartina û giringiya wê gelek hûrgulî hene ku mirov behsê bike. Lê ya herî girîng ewe ku: Em bêjin “ Yan Kurdistan Yan Neman“ ev dê bibe bingehê kifşkirina rengê dengê me di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de.