Netanyahu: Ti welat êrîşa Îranê qebûl nake û Îsraîl jî qebûl nake

Berdevkê Hêzên Îsrail Danîel Hagarî jî li ser bersivdana li hemberî Îranê axivî û got, “Hêzên Îsraîl wê di wext û awayê ku guncav dibîne de bersivê bide Îranê.”
Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu di peyamekî de ku şeva Şemiyê li ser kanalên medyayî yên Israîlî hat weşandin, got: “Em mecbûr in ku bersiva Îranê bidin û emê vê yekê bikin.
Ev daxuyanî di demekê de hat ku cîhan li benda bersiveke Israîlî ye ji bo barîna mûşekî ya Îranê roja Sêşemê.
“Tu welatekî li cîhanê êrîşeke wiha qebûl nedikir, Îsraîl jî qebûl nake.”
Netanyahu di destpêka daxuyaniya xwe de behsa pêşketinên Îsraîlê yên di şerê meha dawî çêbûne kir û got: Nêzîkî mehek berê, me wêrankirina tabûrên Hamasê li Xezayê kir rastiyek, me dest bi cîbicîkirina soza ku min dabû niştecihên bakur kir.
“Me Nasrallah û hêzên bilind ên Hizbullah tasfiye kir. Me fermandarên hêza Radwan ên ku plana dagirkirina Celîlê û komkujiyeke ji ya 7’ê Cotmehê mezintir û metirsîdartir li ser welatiyên me dikirin ji holê rakirin.”
“Beriya niha du caran Îranê êrîşê me kiriye û bi sedan mûşek ku mezintirîn êrîşa mûşekên balîstîk ên dîrokêne êrîşê me kir. Ti welatekî li cîhanê êrîşeke wiha qebûl nedikir û Îsraîl jî qebûl nake û em ê bersiva van êrîşan bidin.”