Îdeolojiya PKKê li ser dijminatiya PDKê ye
PKK dijitiya PDKê û Barzaniya kiriye stratejiya xwe û di her bûyerê de yan jî di her daxûyaniyekî ya PKKê de dive behsa PDKê bê kirin. Rastî ev helwesta wan di derbarê PDKê de bûye wek pêkenoka. Gelek tişt hene ku belkî raya giştî baş ne agahdara lê eger behsa wan tişta bê kirin, ji aliyekî şîrheramiya PKKê derdikeve hole, ji aliyek din ve dijitiya PKKê ji bo PDK wek planeka dewletên dagirger eşkere dibe.
PKK ji aliyê Dewleta Tirk ve ji bo tesviya tevgera Kurd li bakurê Kurdistanê hate damezirandin. Li rojhilatê Kurdistanê heta wek îro pişta xwe daye dewleta Îranê û ji bo berjewendiyên Îranê tevdigere û şerê partiyên rojhilatê Kurdistanê dike. Li Iraqê dema Sedam de pêwendî li gel rejima Baas hebûn û îerê geleê Kurdistanê li başûr dikira. PKK wek çeteyên Sedam diket dûv penaberên Kurd. Îro jî li Kerkûk û Şingalê di bin siha Milîsên Îranê Heşda Şebî de dijminatiya qewara Kurdistanê dike. Li rojavayê Kurdistanê, siyaseta ku rêve dibe. navê Kurdistanê ji holê radike û la Kurdistanê qedexe kiriye. Gelo ji vê behtir hêdî şi xirabî maye li Kurda bike?
Hevseroka Konseya KCKê Besê Hozat di bernameyeka kanala PKKê Stêr tv de dibêje: Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an bi pêşengiya Amerîka, Îsraîl û Îngilîstanê pêk hat, bi bîr xist ku PDK û Barzanî jî bi awayekî aktîf tevlî komployê bûne. Besê Hozat anî ziman ku komplo wê demê di encama têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Ocalan, PKK, gelê Kurd û dostên wan de hat pûçkirin û got, “Hêzên komploger wê herî zêde di nava 2 salan de PKKê xilas bikin. Lê di encama têkoşînê de nekarîn Rêber Apo bi fîzîkî tine bikin, heta îro nekarîn PKK’ê tasfiye bikin, nekarîn vîna Kurdên azad bişkînin, nekarîn teslîm bigirin. “Gelê me têkoşînek mezin da, lewma komplo nekarî bigihêje armanca xwe.
Yek bersiva vê gotina Besê heye , kurd dibêjin: Tir li kûdê, das li kûdê
PKK behsa çi bike ileh divê dijminatiya xwe ya li himber PDKê vê yekê ve girêdayî li himber destketiyên netewî diyar bike. Rv nexweşiyeke ku, tu cara nayê dermankirin.