Nivîsar

Erîşên DAÎŞê û helwestên balkêş!

Li başûrê Kurdistanê deverên Kurdistanê yên ku derveyê herêma Kurdistanê  di bin xeteriyek mezin de ne. Taybetî ji dema xiyaneta 16ê Oktoberê heta wek îro ewlehiya wan deveran pêknehatiye û leyiztikek mezin li ser wan deveran heye.  Tê zanîn ku Kerkuk, beşek mezin ji wilayeta Musul  ku Kurdistane û kurd lê dijîn niha girêdayê hukumeta nawendiya Iraqê ne. Li hinek cihan kurd bi De Facto desthilatin û deverên ku di bin kontrola Kurdan de ye ewlehiya hemwelatiya hatiye pêkanîn.

Cihên ku di bin kontrola hukumeta Bexdayê de ne, valehiyek emnî peyda bûye û teroristên DAÎŞê di van deveran de xwe rêxistin dike û car cara êrîşê gundê Kurda dike û gelek hemwelatiyên kurd şehid dikin û hewldidin wan deveran ji Kurda vale bikin.

Hewlêr û Bexda ji bo valahiya emnî ji holê rakin peyman imze kirine û dixwazin hêzên hevbeş li van deveran bi cih bikin. Lê Bexda vê yekê gelek cidî nastîne û çavê xwe ji êrîşên DAÎŞê re digre.

Lê ya balkêş ewe ku di vê demê de êrîşên DAÎşê dixweyê bi keyfa Bexdayê ye jî. Ji ber ku Heşda Şeibî jî ji bo kurda li van deveran vale bike dest datine li ser erd û zeviyên kurda û tedariyek mezin li gundiyên Kurd dike. Di vê xalê de çekdarên PKKê jî rê didin Heşda Şeibî û heta li hinek deverên wek Mexmûr û Şingalê hevkariya wan dikin û wek milisên Heşda Şeibê tevdigerin.

Li himber herêma Kurdistanê leyiztikek mezin heye û Bexda, Heşda şeibî, PKK û DAÎŞ hevkariya hev dikin û gelek cara ev hêzên hanê çavên xwe ji  tevgera teroristên DAÎŞê re digrin.

Li ser hûrgiliyên êrîşa Mexmûr li çiyayê Qereçox gelek tişt hene ku, hevkariya Heşda Şeibî û PKKê li gel DAÎŞê dide xûyakirin.  Ji berî her tiştekî çekdarên DAÎŞê li ber çeperên Heşda Şeibî û çekdarên PKKê re derbas bûne êrîşê gund kirine. Dema pêşmerge hewara wan çûne  Heşda şeibî û PKKê rê nedaye pêşmergeyan ku herin pêşiya çekdarên DAÎŞê bigrin. Ev bûyer rastiyeke û di vê derbarê de belge hene û heta hêzên pêşmerge di vê derbarê de li gel çekdarên PKKê û Heşda Şeibî hevditin kirine û sedema vê helwesta wan pirsîne.

Gerek di serî de PDK, hukumeta herêma Kurdistanê û hemû dam û dezgehên Kurdistanî, baş têbigihin ku, leyiztikek mezin û hevkariyek berfireh bo ji navbirina herêma Kurdistanê heye. Eger ev leyiztik neyê dîtin , çareseri jî dê gelekê zehmet bibe. Di vê qonaxa ku tevgera Kurd têre derbas dibe, armancek hêzên  navbûrî ewe ku xaka azad a Kurdistanê ji nav bibin û tu destkeftiyek ji bo Kurdan nehêlin.

Di vê derbarê de pêwiste car bi cara eger ewlehiya giştire nebe asteng, hêzên ewlehiyê rastiya hinek bûyeran û taybetî helwesta Heşda Şeibî û PKKê ji gelên Kurdistanê re eşkere bikin. Di rastiyê de heta mirov kesên li himber xwe nas neke parastin jî gelekê zehmet dikeve.

Medya PKKê di vê derbarê de, PDKê tawanbar dike û dibêje: “ Ji ber xemsariya PDKê peşmerge û hemwelatî şehid bûne. “ Nûçeyên di medya PKKê de hatîn belav kirin bi tenê PDKê tawanbar dikin û di heman demê de niyeta xwe ya ji dil bi awayekî didin kifşkirin.

Di rojnameya Ozgur Politika di beşek nûçeya xwe de dibêje: “ Ji çiyayê Qereçûx heta Hemrînê pêşmerge li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ’ê hatine bicihkirin û ji ber kêmbûna hêz û nebûna çekên pêwîst, rojane xwîn dirije. Tevî vê jî PDK li şûna van sînoran çek û hêzê dişîne Herêmên Parastina Medyayê û li hemberî gerîla çeperan çêdike.

Li hinek herêmên li ser sînor heta bi firehiya 40 kîlometreyan, valahî heye. Tevgera çeteyên DAIŞ’ê heye û êriş dikin. Her ku diçe rewşa van herêman xerabtir dibe.“

Yani medya PKKê vekirî dibêje ku, bila PDk xwe ji deverên ku PKK dixwaze dagir bike bide aliyekî. Eger vê nekin dê DAÎŞ êrîşên vî cureyî bikin û ew jî rê didin van êrîşan.

Piraniya aliyên siyasî li hemû beşên Kurdistanê ev êrîşa teroristi ya DAÎŞê şermezar kirin. Lê hinek aliyên Kurd ev yek nekirin û bû deng man. Gelo gerek mirov ji wan re çi bêje? Gerek ev yek jî baş bê zanîn û dîtin.

5.12.2021

Nêrîn/Şirove

Rojevakurd

 

Back to top button