NY sersaxî ji malbatên şehîdên Mexmûrê re xwest

Nûnera taybet a Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê (UNAMI) sersaxî ji kesûkarê şehîdên sînorê Mexmûrê re xwest.

UNAMI di tora xwe ya civakî ya twitterê de ragehand: “Serxweşiyê li kesûkarên şehîdan dikin û hêviya selametiyê ji bo birîndaran dixwazin.”

UNAMI di peyama xwe de êrîş wek êrîşeke bêziraw û tirsonekî pênase kir û amaje bi giringiya hewkarî û hemahengiya hêzên artêşa Iraqê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya di şerê dijî terorê de kir.

Roja 02.12.2021ê terorîstên DAIŞê êrîşî çend gundeke sînorê qeza Mexmûrê kirin û di encama wê êrîşê de li gundê Xidirce 3 hemwelatiyên sîvîl û 10 Pêşmerge şehîd bûn û 5 hemwelatî jî birîndar bûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: