Eniya hevbeş (Suriye, Îran, YNK, PKK û Malikî)
Piraniya aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê siyaseta PYD/PKKê bi serê xwe nirxandin û dinirxînin. Di hemû bûyeran de PKK /PYD rexnekirin. Lê li Rojavayê Kurdistanê PKK û YNK li gel dewleta Îranê siyasetek hevbeş rêve birin. Tu caran YNKê siyaseta PKKê li Rojava rexne nekir.
Eger di destpêkê de siyaseta ku PKK li Rojavayê Kurdistanê rêve dibira û sedemên helwesta PYDê li Rojavayê Kurdistanê baştir bihata nirxandin, mimkin bû kêmasiyên Başûr di derbarê siyaseta PKKê de nebûna yan jî kêmtir bûna.
Di siyaseta Suriye bi giştî û ya Kurdistana Rojava bi taybetî de, di serî de Rejima Suriye, Îran, YNK û PKK bi projeyek hevbeş bi hevre kar kirin . Malikî jî pişgirê vê projê bû.
Gelek vekirî heta radeyekî Dîvana serokatiya Kurdistanê di destpêkê de ev proje rêvebir. PYDê jî gelek bi zanebûn ev niyeta li Başûr heyî suîstimal kir.
Lê dema mirov ew kesayet û aliyên PYDê rexne dike dinêre tu cara behsa vê eniya hevbeş (YNK, PKK.Îran.Suriye û Malikî) nekirne. Her demî PYD bi tenê hatiye nirxandin û siyaseta PYDê hatiye şirovekirin.
Lê tu cara PYDê bi serê xwe ji derê agahdarî û biryara vê eniyê siyaset li Rojavayê Kurdistanê nekiriye.
Niha li Medya ser YNKê ve yên bi kurmancî latînî weşanê dikin di derbarê siyaseta PYD rêve dibe tu cewaziya wan ji medya li ser PKKê ve tuneye.
Heta radeyekî hinek medya li ser PDKê ve jî tê hesibandin, di beşên xwe yên latînî dinivîsin de pişgiriya siyaseta PKKê li Bakur û Rojava dikin. Gelo vê yekê zanebûn yan jî ne bi zanebûn dikin ev nayê zanîn.
Siyasetmedar û partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê yên li himberî PYD ne xwedî siyasetek zelalin. Ev yek jî ji siyaseta li Başûr tê afirandin peyda dibe.
Bê guman hinek aliyên siyasî di serî de siyaseta PYDê vê li gel siyaseta YNK,Îran û Suriye dinirxînin. Lê di destpêkê de dijê van aliyan helwest hate standin û PYD jî ev aliyên siyasî û kesayet bi xiyanetê itham kirin. Heta li Başûr YNKê ew kesayet û aliyên siyasî ji hevkarî û civînên ji bo Rojavayê Kurdistanê dihatin kirin dûr dixistin.
Bê guman gelek tişt hene mirov di vê rewşê de naxwaze behsê bike.Lê heta rastiya pirsgirêkekî neyê naskirin mirov nikarê çareseriyekî jî peyda bike.
Hukumeta Kurdistanê di derbarê kantonên ku PYDê ragihandin helwesta xwe eşkere kir. Hukumet kontonên PYDê nasnake û tu pêwendiyê li gel wan danayne. Lê YNK ji vê helwesta hukumeta Kurdistanê ne raziye.YNKê bi yek dengî daxwaz ji hukumeta Kurdistanê kir ku ew kantonên PYDê li Rojavayê Kurdistanê nas bike.
Li Başûrê Kurdistanê hinek partiyên siyasî wek Goran pişgiriyê di serî de didin siyaseta PYDê Kantonên PYD naskirin.
Îro di tevitiya Kurdistanê de xetek li dijê xeta netewî eniyek di nav kurdan deava kiriye . Ev eniya ku siyaseta hevbeş li Suriye û Kurdistana Rojava bi navê kurdan rêve dibe nawenda vê siyasetê ye. Nawenda siyaseta dijê xeta netewî karê xwe baş dike.
11.2.2014
Dara Bilek