Polîtîk

Zana û Onder nameya Ocalan gihandin Barzanî

Îro li Selaheddînê Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder kir.

Di hevdîtinê de Sirri Sureyya Onder û Leyla Zana nameya Ocalan radestê Barzanî kirin.

Heta niha nediyare ku di nameya Ocalan de çi nivîsandiye, lê belê hate ragihandin ku di nameyê de mijarên kongreya Neteweyî ya Kurd, rewşa Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê cih digirin.

Her wiha li gor daxuyaniya Onder wê piştî serdana Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê dê serdana Qendîlê jî bikin.

Back to top button